Serokê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, ji bo vê êrişê dîlên di destên Hamasê de sebeb nîşan da. Lêbelê sebebên esasî yên xerakirina peymana agirbestê desteka Amerîkayê, koalîsyona şerxwaz a hikumeta Îsraîlê û doza gendelîyê ya Netanyahu ye. Aramîya li Xezaya wêran piştî du mehan careke din xera bû. Îsraîlê vê sibehê …
Bêtir »Îsraîlê Agirbesta Xezayê xera kir
Artêşa Îsraîlê li gelek deverên Xeta Xezayê êrîşên hewayî pêk anîn. Zêdetirî 400 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê li gelek deverên Xezayê êrîşên hewayî pêk anîn. Zêdetirî 20 balafirên şer li bajarên Xeza, Refah û Xan Yûnisê li hedefan xistin. Wezarete Tendurustiyê ya Xezayê …
Bêtir »Ewrûpa ji bo Sûrîyeyê 6 mîlyar euro berhev kir
A.Rahman Çelîk Yekîtiya Ewrûpayê konferanseke ji bo xêrxwazîyê li dar xist. Di konferansa Brukselê de ji bo Sûrîyeyê 5 milyar û 800 milyon euro hat berhevkirin. Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi rêveberîya nû ya Sûrîyeyê re, di 17yê adarê de li Brukselê 9. konferansa Sûriyê li dar xist. Wezîrê …
Bêtir »Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya
Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve yê hikumeta demî ya Şamê beşdarî bernameyê bû. Yekîtiya Ewrûpayê îro li Brukselê nehemîn konferansa Sûriyê li dar xist. Konferans ji bo pereyan ji bo Sûriyê re berhev bike tê li darxistin. Serokê rêveberiya demkî …
Bêtir »Trump û Putin ji bo Ukraynayê dicivin
A.Rahman Çelîk Lîderên Amerîka û Rûsyayê wê ji bo Ukraynayê hevdîtinekê bikin. Donald Trump xebera hevdîtinê da û roja sêşemê destnîşan kir. Wezîrên Karên derve yên herdu welatan jî li ser babetê bi rêya telefonê axivîn. Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ew plan dike bi Vladimir Pûtîn re hevdîtinê bike. …
Bêtir »Serhildana jinên kurd: Axaftineke bi Nelly Jazra re li ser têkoşîn û otonomîyê
Hevpeyvîn: Necat Ayaz Dema ez di dîroka kurdan de kûr çûm, min dît ku jin herdem bûne parçeyeke têkoşînê. Tevî rastîyên sosyolojik ên civaka kurd, gelek jin bi rengekî aktîf demeke dirêj tevlî têkoşînê bûne. Rola jinan di têkoşîna gelê kurd de li her alîyê cîhanê balê dikişîne ser xwe. …
Bêtir »Komkujîya 1992an a Cizîr û Nisêbînê
Welat Ayaz Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî dîrokê bûn. Di encama êrişên tund a hêzên dewletê de li gorî agahîyên fermî herî kêm 94 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. …
Bêtir »Rûsya agirbestê wekî prensîb qebûl kir
Trump bi zeptûrepta xwe Ukraynayê neçar hişt agirbestê qebûl bike. Putin ji bo agirbestê lembeya kesk vêxist lê xwest “sebebên esasî yên vê alozîyê” bên çareserkirin. Dîplomasîya cîhanê bi nûçeya derbarê aştîya Ukraynayê de li nava hev dikeve. Aktorê geşedana dawî serokê Amerîkayê Donald Trump e. Trump bi zeptûrepta xwe …
Bêtir »Jin û Netewe: Feminîzm û Neteweperwerî
Maria-Mercè Marçal Çawa ku jinên femînist, riyekê nabînin ku cihekî bibînin li ser derenceya mêran bidest, lê dîsa jî xeynî têkoşanê tu çareyekê nabînin, her weha neteweyên dixwazin azad bibin neçar in ku xwe ji dewleta serdest veqetînin li ser piyên xwe bimînin. Ji îngilîzî: Rojda Yaşik Destpêk Em, ew …
Bêtir »Mala Zanînê navenda hîndekarîya jinan e
Mala Zanînê ya Aştiyê ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de dixebite, ji bo jinan bûye navenda îlhama hilberînê û jin dibin xwedî pîşe. Mala Zanînê ya Aştiyê ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê de dixebite, ji bo jinan bûye navenda îlhama …
Bêtir »Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn
Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek li dar xist. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî bi hevkariya Meclîsa Jinan û Gerînedetiya Polîtîkayên Jinan yên Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya …
Bêtir »Medya peymanê wekî “dîrokî” pênase kir
Necat Ayaz Peymana di navbera hikumeta Şamê û Rojavayê Kurdstanê de di rojeva navneteweyî de cîyê xwe girt. Medyaya cîhanê cîyekî berfireh da nûçe û gotarên li ser vê mijarê. Televîzyon, ajans û rojnameyan piranî peymanê bi gotinên “pir giring” û “dîrokî” pênase kirin. The New York Times Medyaya amerîkî …
Bêtir »Amerîka agirbestê bi Ukraynayê da qebûlkirin
Ukrayna dawîya dawî hat ser xeta Amerîkayê û agirbestekê qebûl kir. Nûnerên Amerîka û Ukraynayê ji bo agirbestê daxuyanîyeke hevpar ragihandin. Pirsa herî giring ev e, ka wê Rûsya bersiveke çawa bide daxuyanîyê. Dîplomasîya zextan a Amerîkayê di warê aştîya li Ukraynayê encaman bi xwe re tîne. Şandeyên her du …
Bêtir »Serxwebûnxwaz li Greenlandê bi ser ketin
Li Greenlandê wê proseya serxwebûnê dest pê bike. Her du partîyên dixwazin Greenland ji Denmarkê veqete, di hilbijartinê de bi ser ketin. Hilbijartina Greenlandê ya çavên gelek kesan li ser bû, hat lidarxistin. Encam ji bo partîya li ser kar Inuit Ataqatigiit (IA) bû wekî karesatê. Partîyê encax dikarîbû ji …
Bêtir »Rojhilata Navîn û medya li ser peymanê çi gotin?
Hikumetên welatên ereb li ser peymana Rojava-HTŞê daxuyanî dan. Medyaya cîhanê jî di weşanên xwe de cî da vê geşedanê. Televîzyon, ajans û rojnameyan nûçeyê bêyî analîz bikin, weşandin. Peymana surprîz a di navbera hikumeta HTŞê ya Şamê û Rojavayê Kurdstanê de di rojeva navneteweyî de cîyê xwe girt. Bi …
Bêtir »Rojava bi Şamê re peyman îmze kir
Rojavayê Kurdistanê bi hikumeta HTŞê re peymanekê îmze kir. Peymana hevpar ji bo gelek kesan bû surprîzeke mezin. Alîyê herî giring ê peymanê venasîna hebûna gelê kurd e. Statuya polîtîk a li ser zemîna coxrafyayê ji bo Rojava di peymanê de cî nagire. Geşedanên dawî yên li dora hevdîtinên Îmralîyê …
Bêtir »Amerîka û Ukrayna aştîyê muzakere dikin
A.Rahman Çelîk Amerika û Ukrayna careke din aştiyê muzakere dikin. Nûnerên herdu welatan ji bo vê meseleyê li Erebistana Siûdî civîyan. Amerîka û Ukraynayê ji bo muzakereyên aştiyê li bajarê Cîde ya Erebistana Siûdî li hev rûniştin. Berpirsê şandeya Amerîkayê Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ye. Rûbio beriya hevdîtinê bi …
Bêtir »Hejmara penaxwazan li Swîsreyê kêm bû
Fatoş Demirtaş Di 2024an de hejmara kesên li Swîsreyê serî li mafê penaberîyê dan, kêm bû. Par, 27,740 kes li vî welatî serî li mafê penaberîyê dane. Sebeba vê yekê kêmbûna koça ji Tirkîye, Afganistan û Sûrîyeyê ye. Hejmara penaxwazan li Swîsreyê kêm dibe. Swîsreyê ragihand, di 2024an de hejmara …
Bêtir »Li Sûrîyeyê komkujî: 1,000 kes hatin kuştin
A.Rahman Çelîk Encamên êrîşên li dijî elewîyên li Sûrîyeyê giran dibin. Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyê dîyar dike, zêdetirî hezar kes hatin kuştin. Di nava kesên hatine kuştin de gelek jin û zarok jî hene. Hêzên bi ser HTŞê ve êrişên li xwe yên başûr û peravên Suriyeyê didomînin. Hedefa …
Bêtir »Greenland sibe diçe ser sindoqan
Gelê Greenlandê ji bo parlamentoya herêmî sibê diçe ser sindoqan. Ji ber nîqaşên li ser statuya Greenlandê, Amerîka, Denmark û Yekitîya Ewrûpayê bi miraq li bende encaman e. Rapirsî nîşan didin, du partîyên serxwebûnxwaz wê wê piranîya dengan bi dest bixin. Greenlanda çendekî ye di rojeva dîplomasî û medyaya cîhanê …
Bêtir »Marc Carney dibe serokwezîrê Kanadayê
Mark Carney dibe serokwezîrê nû yê Kanadayê. Carney got, “Amerîka ne Kanada ye. Û Kanada wê tu carî, bi tu rengî nebe parçeyeke Amerîkayê.” Şerê bazirganîyê ya bi DYAyê re rojeva sereke ya serokwezîrê nû ye. Serokwezîrê nû yê Kanadaya federal wê Mark Carney be. Carney di pêşbirka ji bo …
Bêtir » Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
				 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			