Sosyalîzma komîn ji bo kê ye?

Şoreşa Kurd wekî tekoşîneke neteweyî dest pê kir û ji ber rewabûna xwe, bû xwedî tevgera herî mezin a  cîhanê. Rizgarîya neteweyî çarçoveyeke firehe ku hemû dîtinên progresîst dikare di nava xwe de bihewîne. Wisa xuya ye, bi Perspektîfên Ocalan bingeha neteweyî ya Şoreşa Kurd ji holê tê rakirin û PKK bi tenê bernameyeke civakî wekî hedef datîne pêşîya xwe. Çawa ku çûkekî bi yek baskekî nikare bifire, ne pêkane ku bêyî bingeheke neteweyî sosyalîzm pêk were.

Belgeyên Kongreya 12. PKKê di hejmara gulanê ya rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin.

Ajansa Rojnewsê tevahîya Perspektîfê di malpera xwe de bi kurmancî weşand.

Di rojnameyê de Perspektîfa Ocalan ku 20 rûpelan pêk tê û di 25ê nîsanê de hatîye nivîsandin jî cî girt.

Perspektîf di bin van sernavan de hatine nivîsandin:

1- Xweza û wate, 2- Xwezaya civakî û pirsgirêk, 3- Di civaka dîrokî de dubendiya dewlet û komunê, 4- Modernîte, 5- Rastiya Kurd û Kurdistanê, 6- PKK û fesixkirin, 7- Perspektîfên dema nû

Ocalan di nivîsa xwe de vê wezîfeyê datîne pêşberî PKKê: “Perspektîfa me ya serdema nû li ser bingeha neteweya demokratîk, eko-aborî û komunalîzmê jinûve avakirina civakê ye.”

Kevneşopîya sunî û elewî

Ocalan di paragrafa duyemîn de bi “Di Kurdan de serwextbûna hebûnê û hayjêhebûnê” dest bi nivîsê dike û dîtinên xwe yûn derbarê kevneşopîya serhildanên kurdan de wiha îfade dike:

“Dêrsîmê weke çavkaniyeke derd dihêle… Vê îfade dike. Di encamê de, her du kevneşopî jî, hem kevneşopiya Neqşî, hem jî kevneşopiya elewî, yan jî kevneşopiya sunnî û elewî, di esasê xwe de her du jî çêkirîne. Dema ku Modernîteya Kapîtalîst, di aliyê bîrdozî de, bi şêweya netewe-dewletê pêş ket, bingehê înkarkirina Kurdan li ser van her du têgînan datînin. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de elewîtiyek wiha çêkirî înşa dikin. Di rastiyê de bi van her du xapandinan hebûna kevneşopiya Kurdan tê tune kirin.”

“Bermahîyeke çandî ” û “civaka sergo”

Lîderê PKKê tesbîtên xwe yên herî balkêş û nîqaşbar di bin sernavê 5. a Rastîya Kurd û Kurdistanê de dike. Ocalan di vê beşê de “Netewa Demokratîk” wekî bingeha prosesa bê destnîşan dike û paşê di nirxandina xwe de kurdan wekî “bermahîyeke çandî” pênase dike:

“Kurd li Dêrsîmê, li Çewlîkê, li Zagrosê  bermahiyeke çandî ne. Qebîleyên ji hev ketî… zimanekî ne karîger, bermahîyên terîqatan û şer û pevçûnên eşîret û malbatan…Sebeba ku tevlî hebûna PKKê hîn ev rewş neguherîye,  kûrahiya belavbûna dîrokî-civakî ya rastiya kurd e. Ji vê xalê û şûnde min peyva “bindest” ango “dagirkirî” ji bo pênasekirina vê rewşê têr nedît. Rewşa heyî ji bindestiyê wêdetir e, kûrtire.”

Ocalan bi dûv van gotinan re ji bo kurdan wiha dibêje:

“Rengek ji rengên ‘civaka sêrgo’ ye. Goristan e. Li Dêrsimê di gelî û newalan de, di şikeft û bertehtan de hîn hestî hene. Gorên nûnerên dawî yên kevneşopiyê li ku derên e, hîn ne diyar e. Kes nizane gora Şêx Sêîd, Sêîdê Kurdî û Seyîd Riza li ku ne. Ev nûnerên herî bi hêz ên kurdîtîya kevnar bûn.”

“Kurdistana kolonyal” û “Judenrat”

Ocalan di analîza xwe ya li ser kurdan bi teza “realîteya Judenratê” berfireh dike û dibêje dewsa “kolonyalbûna” Kurdistanê de peyva “Judenrat” bi kar tîne. Ocalan dibêje “rastîya kurd rastîya Judenratê ye.” Ocalan bi heman peyvê Barzanîyan û Bedirxanîyan bi hevkarîya qirkirina kurdan re sûcdar dike:

“Judenratên di qirkirina Cihûyan de rol leyîstine û wekî ‘Komîteyên Cihûyan’ tên binavkirin hene. Ev ew grûp, malbat û beşên Cihûyanin ku  bi faşîstan re hevkarî kirine. Ji bo di berdêla vê hevkariyê de 24 saetan temenê xwe û malbatên xwe dirêj bikin, Cihûyan ber bi odeyên gazê ve birêdikin. Ji bo pergala qirkirinê bi xebite F?faşîstan jî pêdivî bi van komîteyan dîtiye. Ji Cihûyan re dibêjin “em ê we bibin serşoyê, serşûştinê” û wan di xapînin û dibin odeyên gazê. Ev komîteyên hevkar ên Cihû li gor hejmara hatî xwestin, destnîşan dikin bê ka wê kî biçe odeyên gazê û  lîsteyên navan ew amade dikin. Faşîstan ev komite ava kirine. Dema min li ser vê mijarê di hizirî, min dît ku rastiya kurd jî rastiya Judenrat e. Rastiya ez jê re dibejim ji bindestiyê û dagirkirinê wêdetir e, ev rastiya kurd e. Ev malbatên herî zêde bi navûdeng, Barzanî, Bedîrxanî, neviyên Şêx Seîd ên mane, hinek ji neviyên Seyîd Riza bûne Judenrat.  Ji bo binemalên xwe xilas bikin kurdîtîyê ber bi tunekirinê ve dibin.”

“Ne diyare ka kurd çî ye”

Xwedîyê nivîsê analîzên xwe yên nîqaşbar û giran ku tê de nasnameya kurd rastî êrîşê tê bi pargarafeke din berdewam dike. Vê carê kurd wekî berpirsê realîteya heyî ya kolonyal a li Kurdistanê tê nîşandayîn:

“Afrîqa jî hatibû dagirkirin. Lê niha her yek welatên Afrîqayê bûye Netew-Dewletek. Amerikaya Latîn jî wisa ye. Lê di rastiya kurd de tiştekî wisa nîne. Ne diyare bê ka kurd çî ye. Kevnar e an modern e? Bi rengekê bûye rastiyeke trajîk. Weke tê hizirkirin sebeba vê rewşê ne zextên ji derve ne. Ev encama sedemên navxweyîn e. Di deşîfrekirina vê (rewşê) de rola taktik û stratêjiyên min pêş xistine diyarker e.”

Alparslan û selçûqî kurd in

Abdulah Ocalan di berdewamîya nivîsa xwe de têkiliyên dîrokî yên kurd-tirkan şîroveyeke gelek enteresan dike. Ocalan dibêje “Alparslan zêdetir mîrekî kurd e” û ji bo selçûqîyan dibêje “Bi giranî tê fêmkirin ku rêbertiyeke kurd e”:

“Haqanê tirk Kurdistanê ava dike. Ji vê rastiyê encama ez gihiştimê ev e; gelo Siltanê Selçûqiyan ne Siltanê Kurd be? Navenda wî li Ekbatan e (Hemedan e)  û wezîrê wî Nîzamulmulk e. Jê re dibêje “biçe û malbata min bi parêz e”. Hetta di bêje “heger em têk biçin emê vekişin Hemedanê”. Û pişta xwe dide Hemedanê û şerê Milazgirê jî li ser wê tê meşandin. Ango Alparslan wekî mirgeheke Kurd şer dike. Ev jî îşareteke feraseta nû ya dîrokê ye. Alparslan ji tirkekê wêdetir mîrekî kurd e. Malbata wî li Hemedan e. Wezîrê wî li wir e. Başe, gelo bi van agahiyan em ê Selçûqiyan çawa bi nirxînin? Ev mîrektîyeke tirkan e an a kurdan e? Pêwîste ev xal hîn zêdetir were vekolîn û nîqaşkirin. Bi giranî tê fêmkirin ku rêbertiyeke kurd e. Niha jî tê gotin; nîvê şêniyên Hemedanê tirkmen in. Niha piranî bûne kurd. “

Divê kurd antî-kapîtalîst bin

Ocalan di bin heman sernavê de mijarê tîne roja îro û kurdan dibêje “divê civaka kurd antî-kapîtalîst be.” Ocalan dîtinên xwe wiha îfade dike:

“Di sazkirina nû de çanda şoreşgerî, avakirina saziyên demokratîk, saziyên netewa demokratîk,  saziyên vekolînê, yên ziman misoger wê rola xwe hebin. Ev (sazî) jî bi kapîtalîzmê nabin. Pêwîste civaka kurd dij-kapîtalîst be. Kurd wê xwe bi Netewa Demokratîk, Eko-Ekonomî û Komînalîteyê azad bikin û jiyaneke mayinde  ava û misoger bikin. “

Beledîye wê “Civaka-Komîn” ava bikin

Abdulah Ocalan bi dûv dîyarkirina analîza xwe ya ji bo bidawîkirina hebûna PKKê bi Perspektîfên Dema Nû nivîsa xwe ya ji bo kongreyê bi dawî dike. Ocalan wekî hercar Netew-Dewletê mehkûm dike û di dewsa wê de “Netewa Demokratîk” pêşnîyazê kurdan dike. Ocalan ji bo pêkhatina vê jî “Civaka Komîn” tîne rojevê û îdîa dike bi rêya beledîyeyan civaka komîn dikare bê avakirin:

“Civaka demokratîk bernameya siyasî ya vê qonaxê ye. Avakirina dewletê ji xwere nake armanc. Siyaseta civaka demokratîk jî siyaseta demokratîk e. Komîn bi xwe jî demokratîk e. Cûdakirina van ji hevdû nabe, ne raste. Civaka Komîn civaka demokratîk e. Ji bo vê civakê pêwîste mirov bêje civaka demokratîk. Sosyalîzma demokratîk ji xwe civakparêziya demokratîk e. Çawe dîrokeke dewletê heye herwisa dîroka komînê jî heye. Mijara komînê gelek bala min di kêş e. Ji ber vê girîngiya wê emê bi dirêjahî vê mijarê vekolin. Jiyana azad a gelan bi komînan pêkan e. Netew-Dewlet çawa çeka kapîtalîzmê be, rêgeza sazûmankar û çeka gelan jî komîn e. Bi rêya beledîyeyan jî ev civaka komînî dikare were birêxistinkirin.”

Serfirazîya bi Komara Tirkîyeyê re

Yek ji alîyê herî flaş a dîtinên Ocalan, derbarê proseya daw, de ye. Ocalan dibêje “Em giring dibînîn ku di destpêkê de vê xebatê li gel Komara Tirkiyeyê re bibin serî”:

“Hevdîtinên me yên heta niha kar gehand vê xalê. Ev qonaxeke girîng e. Ev civîna me bi xwe belkû jî nîvê  çareseriyê ye. Ji niha û pêve jî kar û xebateke ji dil pê divê. Hêvî û baweriya min a bi serkeftinê berz e. Serkeftina vê hewldanê ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo tevahî herêmê wê rê li ber destkeftên girîng vebike. Serkeftineke li vêderê çêbe wê bandora xwe li Sûriye, Îran û Iraqê jî nişan bide. Ji bo Komara Tirkîyeyê jî şansê xwetacîdarkirina bi demokrasiyê û pêşengiya herêmê wê peyda bibe.”

“Dijberên pêvajoyê” û “Enternasyonal”

Lîderê PKKê yê di dawîya Perspektîfên xwe de ji bo kesên li hemberê proseya dawî ya bi Tirkîyeyê re tê meşandin derdikevin gotineke hişk kir:

“Dikarim bêjim dijberên vê pêvajoyê ti nirxekê  îfade nakin. Wê têk biçin.”

Perspektîfên Ocalan bi îşaretpêkirina “ Konfederalîzma Demokratîk “ a ji bo Rojhilata Navîn û banga ji bo Entesnasyonelekê bi dawî bû:

“Li gel herêmê, di qada enternasyonal de jî dê encamên vê pêvajoyê hebin. Konfederalîzma herêmê wekî pêdiviyeke misoger-mutlaq- xwe derdixe pêş. Dij-jehra şerê Îsraîl-Filistînê, şerên mezheban û nakokiyên netew-dewletan Konfederalîzma Demokratîk e.

Ev çareserî di heman demê de Enternasyonaleke nû jî pêwîst dike. Li gel dostan, bêyî bê derengxistin destpêkirina xebata Enternasyonalê wê bibe pêngaveke rast û dîrokî.”

Analîz

Perspektîfên Ocalan wekî gelek caran bi felsefeya wî ya xweza, civak û dîrokê dest pê dike. Tevî ku konteksta Perspektîf tê de hatîye pêşkêşkirin kongreya dawî ya PKKê ye ku wê li ser qedera kurdan bandorê bike, Ocalan tercîh dike ku bi dirêjahî li ser felsefeyê bisekine. Zimanê lîderê PKKê dema mijar dibe kurd û Kurdistan di carekê de hişk dibe û gotinên giran dike ku heta niha tu kesî jê nebihîstî ye. Ocalan kevneşopîya elewîtî û sunîtîyê wekî hatîne “çêkirin” ango wekî sexte pênase dike. Çarçoveya demê ya Ocalan ji bo “çêkirina” elewîtîyê bi kar tîne, sedsala 19. û 20. e ku dema êrişên ji bo kontrolkirina Kurdistanê ya dewleta osmanî û dewleta tirk e. Wisa xuya dike, serhildanên kurdan -çi li herêmên sunî çi jî li herêmên elewî- ku di vê konteksta dîrokî de pêk hatine, ji alîyê Ocalan ve wekî problem tê dîtin û tên bêqîmetkirin.
Ocalan li dûv vê, bi peyva “bermahîyeke çandî” kurdan dixe nava kategorîya eşîr û qebîleyan. Paşê jî dibêje, “kurd civaka sergo ne” û “ne dîyare ka kurd çi ne?” Zimanê kurdî jî ji vê nirxandina sosret para xwe digire û Ocalan kurdî wekî zimanekî “ne-karîger” ango bêkêr pênase dike. Ev gotin, rasterast nasnameya neteweyî ya kurdan hedef digirin û netewbûna kurdan tê înkarkirin. Bi giştî, di nivîsê de ji dîtinên derbarê kurdan de encameke wiha derdikeve:  Zanîna kevnar a kurdan paşverû ye û ne-zanistî ye ye, berxwedana li hember dagirkeran ên di bin pêşengên feodal-olî de ne berxwedan e, kurd ne milet in û zimanê kurdî ne xwedî fonksîyonên jiyana modern e.
Piştî bênirxkirin û hilweşandina rastîya neteweyî ya kurdan, Ocalan ji kurdan dixwaze “bibin antî-kapîtalîst” û bi rêya avakirina “civaka-komîn” formeke sosyalîzma radîkal pêşnîyazê kurdan dike. Baş e, eger kurd  “bermahîyeke çandî” bin, paşverû û “sergo” bin wê bikaribin modeleke radîkal a sosyalîzmê ava bikin?
Belkî jî pirsa rast ev be: Sosyalîzm ji bo kê? Lîderekî roleke mutleq a “rizgarker” girtîye ser xwe dikare civakeke di vê rewşê de rizgar bike? Rizgarîyeke ku çarçoveya wê ji alîyê lîderekî ve hatîye avakirin, rizgarîyeke ku berxwedan û tecrûbeya dîrokî ya kurdan red dike û rizgarîyeke ku bi zimanê dagirkeran tê meşandin pêkan e?
Şoreşa Kurd wekî tekoşîneke neteweyî dest pê kir û ji ber rewabûna xwe, bû xwedî tevgera herî mezin a  cîhanê. Rizgarîya neteweyî çarçoveyeke firehe ku hemû dîtinên progresîst dikare di nava xwe de bihewîne. Wisa xuya ye, bi Perspektîfên Ocalan bingeha neteweyî ya Şoreşa Kurd ji holê tê rakirin û PKK bi tenê bernameyeke civakî wekî hedef datîne pêşîya xwe. Çawa ku çûkekî bi yek baskekî nikare bifire, ne pêkan e ku bêyî bingeheke neteweyî sosyalîzm pêk were.

Foto: Abdulah Ocalan/ANF

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …