Bulten

Înfo Welat Bulten

Hejmara 20. a Kurdistanê hat weşandin

Hevpeyvîna bi serokê FRUDê ya ji bo azadîya gelê afar şer dike, di Kurdistanê de hatîye weşandin. Lîderê gelê afar Mohammed Kadamî ji bo li ser paşxaneya dîrokî ya têkoşînê, tevlî jeopolîtîka li Rojhilata Afrîkayê agahîyên giring dide. Hejmara 20. a e-kovara Kurdistanê hat weşandin Nivîsa yekemîn a kovarê gotareke …

Bêtir »

Meclîsa Parlamenteran Tirkîyeyê şermezar kir

Meclîsa Parlamenteran A Konseya Ewrûpayê (MPKE) bi hinceta li ser Tirkiyeyê civînîneke awarte lidarxist. Meclîsa fikarên xwe îfade kirin û hikumeta Enqereyê bi tundî rexne kirin. Meclîsa Parlamenteran A Konseya Ewrûpayê (MPKE) bi hinceta “mijara lezgîn” li ser Tirkiyê civîn li dar xist. Girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û zordariya …

Bêtir »

Amnesty International: 1.518 kes hatin înfazkirin

Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora 2024an ya înfazên cezayên îdamê weşand. Hejmara kesên hatine darvekirin ji sala 2015an û vir ve derketiye asta herî bilind. Piranîya înfazan li Erebistana Siûdî, Îran, Iraq û Yemenê hatine kirin. Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî rapora 2024 a cezayên îdamê weşand. Raporê destnîşan …

Bêtir »

The Economist: Îsraîl û Tirkîye reqîbên hev in

The Economistê li ser ragêşîya Îsraîl û Tirkîyeyê gotarekê weşand. Kovar dibêje, “Tirkiye û Îsraîl li Sûriyê dibin reqîbên kuştina hev.” Kovara The Economistê ya brîtanî li ser mijara ragêşîya Tirkiye û Îsraîlê bi sernavê “Tirkiye û Îsraîl Li Sûriyê Dibin Reqîbên Kuştina Hev” gotarek weşand. Li gorî analîzê, pêşdeçûnên …

Bêtir »

Ewrûpa ji bo şerê bazirganîyê bê biryar e

Komîsyona Ewrûpayê ji bo şerê bazirganîyê Amûra Sekinandina Zordarîyê amade kir. Lêbelê ji ber mixalefeta hin welatan komîsyonê nikare vê derfetê li hemberê Amerîkayê bi kar bîne. Îtalya û Îrlanda fikar dikin, wê şerê bazirganîyê yê bi Amerîkayê re zirareke mezin bide aborîya wan. Yekitîya Ewrûpayê (YE) nîqaşa li ser …

Bêtir »

Amnesty: Çekdarên hikumetê elewîyan kuştin

Heyeteke ji saziyên elewiyên Sûrîyeyê bi Komîseriya Bilind A Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin. Nûneran ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirin ku qetlîaman gav beriya gavê bidin sekinandin. Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî di rapora xwe ya li ser komkujîya elewîyan HTŞê berpirs nîşan da. Însiyatîfa …

Bêtir »

Îsraîl baregehên Sûrîyeyê bombebaran kirin

A.Rahman Çelîk  Balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anîn. Li paytext Şam, Hums û Hemayê li hedefan xistin. Di êrişên Îsraîlê yên li hemberê Xezayê jî 56 kes hatin kuştin. Balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên Sûriyê êrîşên hewayî pêk anîn. Balafiran paytext Şam, bajarên Hums …

Bêtir »

Ferhenga holandî çapeke din dike

Ferhenga zimanê holandî Het Groene Boekje sala bê careke din tê weşandin. Xebata ferhengê ji alîyê saziya Taalunie (Yekitiya Ziman) ve tê meşandin. Di ferhengê de peyvên holandî tevlî rastnivîsa wan tên dayîn. Ferhenga zimanê holandî Het Groene Boekje (Pirtûka Kesk) di 2026an de çapeke din dike. Ferheng cara dawî di 2015an de hatibû …

Bêtir »

Tetbîqatên mezin li Ewrûpa û Pasîfîkê dest pê kirin

A. Rahman Çelîk  Rageşiya di nava hêzên cîhanê de dibe sedema tetbîqatên leşkerî. Li parzemînên Ewrûpa û Asyayê tetbîqatên mezin tên lidarxistin. Li Deryaya Reş NATO û li nêzîka Taywanê Çîn tetbîqatê li dar dixin. 12 welatên NATOyê li ser Çemê Tunayê û peravên Deryaya Reş ên Romanyayê dest bi …

Bêtir »

The Jerusalem Post: Êzdîyên winda li ku derê ne?

A.Rahman Çelîk The Jerusalem Postê bi nûçeuyeke xwe mijara êzdîyên winda anî rojevê. Rojnameyê di vê sernivîsa xwe de pirsa “Kesên winda li ku tên girtin?” kir. Rojnameya Îsraîlê The Jerusalem Postê piştî deh salên êrîşa DAÎŞê ya Şengalê, mijara jin û zarokên keç ên kurdên êzîdî dîsa anî rojevê. …

Bêtir »

Sendîkayên Belçîkayê hikumetê hişyar kirin

Sendîkayên Belçîkayê bi greveke 24 saetan hikumetê proteso kirin. Bi dehezaran karker neçûn kar û ev jî herî zêde bandorê li xizmetên çûnûhatinê kir. Belçîka duh bi greveke 24 saetan, ket rojeva cîhanê. Karkerên sektora gelemperî ya taybet bi vê grevê reforma hikumeta federal protesto kirin. Reforma hikumetê bandorê li …

Bêtir »