Ev çend roj in Ii bajarê Los Angelesê polîtîkaya penaberîyê ya rêveberîya Trump tê protestokirin.
Trump 4,000 Mihafizên Neteweyî û 700 leşkerên deryayî şand bajêr.
Hemleya Trump bû sebeba reaksîyonên nûnerên Kalîfornîya ê Los Angelesê.
Alozîya li eyaleta Kalîfornîya ya li Amerîkayê berdewam dike.
Ev çend roj in Ii bajarê Los Angelesê polîtîkaya penaberîyê ya rêveberîya Trump tê protestokirin.
Hejmara Mihafizên Neteweyî yên li bajêr gihîşt 4,000î.
Trump ligel vê hêzê, 700 leşkerên deryayî ku wekî Marines tên pênasekirin jî şand bajêr.
Marines hêzeke elît a Artêşa Amerîkayê ye û bi giranî li herêmên aloz ên cîhanê tên bicîkirin.
Tevî vê hêza giran a leşkerî jî, protestoyên li kolanê hîn zêde berfireh dibin.
Di çalakîyan de hertim bi hêzên ewlekarîyê re pevçûn derdikevin.
Heta niha gelek wesayîtên hêzên ewlekarîyê ji alîyê çalakgeran ve hatine şewitandin.
Nûnerên Kalîfornîyayê hêrs bûn
Midaxaleya Trump a protestoyên li bajêr têkiliyên di rêveberîya herêmî û Washingtonê jî xerabtir dike.
Walîyê Kalîfornîyayê Gavin Newsom dîyar dike, pêwîstî bi şandina leşkeran tune ye.
Şaredarê Los Angelesê Karen Bas jî derbarê mijarê de gotinên tund kirin.
Bas di daxuyanîya xwe de Los Angelesê got “bajarekî ku bi koçberan serbilind e” pêdivî bi şandina hêzên leşkerî tune ye.
Şaredara bajêr derbarê serdagirtinên malên koçberan a ji alîyê Ofîsa Koçberan jî wiha axivî:
“Ez nikarim asta tirsê û terorê ya li Los Angelesê îzeh bikim.”
Li alîyekî din, bi mebesta protestoyên li hemberê polîtîkaya Trump belavî bajarên din jî bûn.
Çalakîyên protestoyî li New York, Chicago, Dallas û San Franciscoyê hatin lidarxistin.
Infowelat
———————————————-
Foto: Wesayîteke ku di çalakîyên Los Angelesê de hatîye şewitandin.