612 milyon zarokên keç li herêmên şer dijîn

A.Rahman Çelîk

Neteweyên Yekbûyî dibêje li tevahiya cîhanê 612 milyon jin û zarokên keç li herêmên şer dijîn.

Cîgira Sekreteriya Giştî û Dîrektora Beşa Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sima Bahous li Konseya Ewlekeriyê, li ser babetê axivî.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku li tevahiya cîhanê 612 milyon jin û zarokên keç li herêmên şer dijîn.

Cîgira Sekreteriya Giştî û Dîrektora Beşa Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sima Bahous li Konseya Ewlekeriyê  li ser mijarê axivî.

Sima Bahous şîddeta sîstematîk a ku li herêmên şer li jin û zarokên keç tê kirin destnîşan kir û got, “şîddeta zêdebûnê, şîdeta çekên teqîner, travmaya giyanî û êrîşên dijîtal li jinan tê kirin.

Cîgira Sekreteriya Giştî û Dîrektora Jinan daxwaz kir ku li ser van şîddetan bê rawestandin û jin û zarokên keç têkevin bin banê parastinê.

Sima Bahous got: “Eger parastina jinan çê nebe, rêyeke ku biçe aştiyê jî pêde nabe.”

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê her ji du saetan jinek ji ber komplîkasyonên ducaniyê jiyana xwe ji dest dide.

Li Xezayê ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê vir ve, her ji saetekê jinek an jî zarokeke keç tê kuştin.

Sima Bahousê pê re jî desnîşan kir ku di çarçoveya Biryara Jin, Aştî û Ewlekarî ya sala 2000an a Konseyê de, ji bo jin karibin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin û rêbertiyê bikin, divê ewlekariya wan bê temînkirin.

Bahousê lewma jî ji Konseyê daxwaz kir ku faîlên sûcên li dijî jinan bên cezekirin, fonên ji bo rêxistinên jinan neyên qutkirin, kapasîteya jinan a rêbertiyê wekî stratejiya parastinê bê naskirin û jin ji bo beşdariya siyaset, hêzên ewlekariyê û pêvajoyên aştiyê bêne teşwîqkirin.

Foto: Sima Bahous

infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK: Kurdistan yek welat e

Komîteya Diplomasiya Hevbeş a KNKê  civîna xwe ya 31. li dar xist. Di dawîya civînê …