Li Amerîkayê helwesta Donald Trump a li dij koçberan welat ber bi aloziyê ve dibe.
Trump ji bo tepisandina çalakîyên li Los Angelesê leşker şandin.
Li Amerîkayê, protestoyên li dij zordariya li ser koçberan berfireh dibin.
Navenda protestoyan bajarê Los Angelesê ya li Kalîfornîyayê ye.
Trump 2,000 Muhafizên Netewî şandin bajarê Los Angelesê.
Di encama mudaxeleyên hêzên ewlekariyê de gelek protestokar hatin binçavkirin.
Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom dibêje leşker “bi mebesta ji bo qeyran û aloziyê pêk bînin” hatine şandin.
Li gel mudaxeleya muhafizên netewî û hêzên ewlekariyê yên herêmê bûyerên li bajêr hîn jî berdewam dikin.
Li gorî saloxên dawî, heta niha nêzîkî 100 kes di bûyeran de hatine destgîr kirin.
Protestoyên li bajêr ji ber jidandina tedbîrên li hember koçberên kaçax dest pê kiribûn.
Endamên Ofîsa Penaberîyê yên Amerîkayê li taxa kesên jî Amerîkaya Latîn dijîn, dest bi serdagirtina malan kiribûn.
Ev jî bûbû sebeba hêrsa niştecîyên li Los Angelesê û çîrûska serhildanekê pêxistibû.
Infowelat
——————————————————
Foto: Dîmeneke ji serhildana li Los Angelesê