A.Rahman Çelîk
Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin.
Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan.
Li derdora 200 kesên qedexeyê binpê kirin, hatin destgîr kirin.
Li Amerîkayê protestoyên li dij zordariya li ser koçberan dewam dikin.
Di roja pêncşemê de, li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin.
Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan.
Li Los Angelesê di pêncemîn roja protestoyên li dijî zordariya li ser koçberan derketina kolanê hat qedexe kirin.
Şaredara Los Angelesê, bi hinceta ku protesto zêde dibin û buyerên tundiyê pêk tên vê biryarê da.
Şaredar Karen Bassê diyar kir ku qedexe ji bo navenda bajêr e û saet di navbera 20:00 a şevê heta 06:00ê sibehê derbas dibe.
Bassê destnîşan kir ku ji ber sedema talankirina malûmilk wan ev biryar dane.
Tevî vê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan.
Heta niha 197 kesên qedexeyê binpê kirin, hatin destgîr kirin.
Protesto belav dibin
Protestoyên li Los Angelesê dan destpêkirin, New York, Atlanta, Chicago, Dallas, Philadephia û San Franciscoyê jî di nav de, bêlavî zêdetirî 10 bajarên Amerîkayê bûn.
Protestoyên li New Yorkê li gel ku protestoyên aştiyane bûn jî, gelek kes hatin binçavkirin.
Hikumeta Amerîkayê wekî Kalîfornîyayê, Mihafizên Neteweyî şandin Texasê jî.
Bikaranîna Muhafizên Netewî ji aliyê waliyên demokrat ên eyaletan ve tê rexnekirin.
Kalîfornîya û Trump li hev nakin
Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom piştî şandina peyayên deryayê, serokê Amerîkayê Donald Trump nîşan da û got: “Serokekî dîktator fanteziya xwe ya dûrîaqilan pêk anî.”
Hêjayî gotinê ye, Saziya Koçberî û Parastina Gumrigê ICE ya Amerîkayê, 6ê hezîranê de li Eyaleta Kalîforniyayê girtibû ser malên koçberan û gelek kes xistibûn bin çav.
Vê kiryarê jî li bajarê Los Angelesê çirûska protestoyan dabû pêxistin û polîtîkayên tund ên Donald Trump protestokirin.
Photo: Mihafizên Neteweyî dema midaxaleyê çalakgerên li Los Angelesê dikin.