Welatê Baskê ji bo serxwebûnê meşîya

35,000 kes li Welatê Baskê ji bo serxwebûnê meşîyan.

Çalakî ji alîyê rêxistina Gure Esku ve hat lidarxistin ku ji bo mafê self-determînasyonê hatîye avakirin.

Welatê Baskê dixwaze bi awayekî azad qedera xwe dîyar bike.

Bi vê armancê, her sal li welêt çalakîyeke berfireh tê lidarxistin.

Pêşengîya çalakîyan ji alîyê rêxistina Gure Esku ve tê kirin ku ji bo mafê self-determînasyonê hatîye avakirin.

Çalakîya îsal di 7ê hezîranê de li bajarê Bilbaoyê hat lidarxistin.

Çalakî bi meşeke girseyî ku dest pê kir ku li derdora 35,000 welatparêzên bask tevlî bûn.

Di dema meşê de sloganên ji bo serxwebûnê hatin berzkirin.

Meş bi mîtîngeke li Meydana Zabalburuyê bi dawî bû.

Josu Etxaburuyê ku berdevkê Gure Esku ye,  di mîtîngê de axaftinekê kir.

Etxaburu got, bi hezaran welatîyên xwedî nêrînên cuda tevlî çalakîyê bûn e û dîyar kir, êdî “dema ji gotinan derbasbûna çalakîyan e.”

Berdevk da zanîn, çalakîya dawî “demeke dîrokî ye” û bang li Welatê Baskê kir, “kapasîteya xwe ya biryardayînê” pêş de bibe.

Desteke berfireh a ji bo çalakîyê

Qada çandî, tevgerên civakî, sendîka destekeke hin partîyên polîtîk destekê dan çalakîyê.

EH Bildu (Euskal Herria Bildu) partîyeke sereke bû di çalakîyê de hat temsîlkirin.

PNV-EAJ (Partiya Neteweperest a Bask) ku partîya li ser kar e îsal bi tenê bi beşdarîya wekîleke xwe hat temsîlkirin.

Rêxistina Gure Eusku xwe li Herêma Otonom a Baskê birêxistin kirîye.

Rêxistinê dixwaze xebatên ji bo self-determînasyonê li Lapurdi, Navarraya Jêr û Gipuzkoayê jî bimeşîne.

Hersê herêm wekî Bakurê Baskê tên qebûlkirin û niha di bin kontrola Fransayê de ne.

Infowelat

——————————————

Foto: Meşa ji bo self-determînasyonê ya li Bilbaoyê

Li Welatê Baskê şoreşa ziman

infowelat.com

Li vê jî binêre

Los Angeles qedexeya derketina derve ragihand

A.Rahman Çelîk Li bajarê Los Angelesê derketina derve hat qedexekirin. Tevî qedexeyê jî çalakiyên protestoyê ranewestiyan. …