NATOyê 5 ji % butçeya parastinê qebûl kir

A.Rahman Çelîk

NATOyê lûtkeya li bajarê Deng Hag ê Holandayê temam kir.

Hat diyarkirin ku butçeya parastinê ya ku Trump li ser welatan ferz kiribû, hatîye pesendkirin.

Welatên endam heta sala 2035an wê rêjeya butçeya parastinê derxin ji sedî 5.

NATO’yê di lûtkeya li bajarê Deng Hagê yê Holandayê, butçeya parastinê ya ku serokê Trump li ser welatan ferz kiribû, pesend kir.

Li gorî vê biryarê, welatên endam heta sala 2035an ji bo parastinê wê rêjeya ji 5 ji % dahata giştî ya butçeya xwe veqetînin.

Tevî vê yekê, NATO wê di sala 2029an de, butçeyên xerckirinan di ber çav re derbas bike û di heman salê de wê tehdîta Rûsyayê ya ewlekariyê careke din binirxîne.

Îspanya îhtiraz kiribû

Li gel ku gelek welatên endam vê butçeyê zêde dibînin jî, tenê Îspanyayê bi awayê fermî diyar kir ku wê nikaribin vê hedefê pêk bînin.

Îspanya dibêje pêwîstî bi vê hedefa ku datînin pêşiya wan ve tuneye lê bi butçeyeke kêmtîr jî parastin dikare pêk were.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte her çiqasî berevajî Îspanyayê difikire jî, ji bo serkeftineke dîplomatîk pêşkêşî Donald Trump bike, bi serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez re li hev kirin.

Di danezana NATO’yê de hat destnîşankirin ku destega Ukraynayê wê dewam bike û hevkariya sanayiya parastinê ya transatlantîkê wê bê berfirehkirin.

Di danezana ku ji pênc xalan ve pêk tê de hat desntîşankirin ku Lûtkeya sala 2026an wê li Tirkiyê pêk were.

Çawa 5 ji % ket rojevê?

Veqetandina rêjeya 5 ji % butçeyê, ji bo demekê, fikarên ku Amerîka wê di serdema Donald Trump de ji NATO’yê veqete dide sekinandin.

Mutefîkên NATOyê li beramberî vê rêjeyê, ji Donald Trump daxwaz dikin ku girêdana xwe ya Xala 5’emîn a peymana NATO’yê bi awayê eşkere bîne ziman.

Vê xalê dibêje ku dema êrîş li welatekî endam pêk were, qebûl dikin ku êrîş li hemû welatên endam pêk hatiye.

Donald Trump her çiqasî bi awayê zelal venegot jî, destega xwe weha anî ziman, got: “Amerîka mutefîkê herî baş ê li cîhanê ye û di 4 salên pêş de vê başiyê wê bê dîtin.”

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz lûtkeya heyî wekî lûtkeyeke dîrokî pênase kir, îddia kir ku biryara rêjeya 5 ji % ne ji bo daxwaza Donald Trump, bes ji bo tehdîta Rûsyayê hatiye girtin.

Foto: Civîna NATOyê ya li bajarê Den Haagê ya li Holandayê

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Almanya lezê dide polîtîkaya dersînorkirinê

KURTE Almanya dixwaze kesên daxwaza wan a penaxwazîyê hatîye redkirin dersînor bike. Hikumeta federal bi …