Donald Trump got, Îsraîl ji bo agirbesta 60 rojan a Xezayê “şertûmercên pêwîst” qebûl kirine.
Trump dixwaze bi rêya agirbesta Xezayê xwe careke din wekî kesê aştîyê pêk tîne bbi cîhanê bide qebûkirin.
Serokê Amerîkayê Trump careke ji bo agirbesta Xezayê ket nava hewdanan.
Donald Trump di 1ê tîrmehê de ragihand, Îsraîl ji bo agirbesta 60 rojan “şertûmercên pêwîst” qebûl kirine.
Trump xebera derbarê agirbestê de bi peyama xwe ya di medyaya sosyal de belav kir.
Peyama lîderê amerîkî wiha ye:
“Îsraîl ji bo agirbesta 60 rojan têkeve merîyetê ku em ê di vê demê de ji bo şer bidawî bibe bi hemû alîyan re bixebitin, şertûmercên pêwîst qebûl kirin.”
Trump bi heman peyamê bang li Hamasê jî kir û jê xwest agiebestê qebûl bike.
Li gorî Trump, Misir û Qeter wê pêşnîyaza agirbestê ragihînin Hamasê.
Bersiva Hamasê ji alîyê nûnerekî wî ji ajansa fransî AFPyê re hat ragihandin.
Nûnerê Hamasê Tahir el-Nuru got, “Hamas amade ye her pêşnîyaza ku wê dawî li şer bîne, agirbesteke mayînde bi xwe re bîne û bibe sebeb hêzên dagirker bi tevahî vekişin, qebûl bike.”
Hêjayî gotinê ye, serokê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû wê hefteya bê biîe serdana Waşîngtonê.
Trump dixwaze bi rêya vê serdanê agirbeste Xezayê rabigihîne û xwe careke din wekî kesê aştîyê pêk tîne bbi cîhanê bide qebûkirin.
Alozîya Xezayê
Alozîya Xezayê di 2023an de bi êrişa Hamasê ya bi ser şahîyeke sivîlan û wargehên Îsraîlê dest pê kir.
Hamasê di rojekê de 1200 sivîl kuştin û 250 ji wan dîl girtin.
Îsrailê piştî vê êrişeke giran bir ser Xezayê û tevî dagirkirinê, herêmê bi giranî bomberan kir.
Rêveberîya Hamasê ragihihîne, heta niha ji 50,000î zêdetir filistînî hatine kuştin.
Ji bilî sûcên şer, artêşa Îsraîlê di di gulana 2025an de 75 ji % Xeta Xezayê xisti bin kontrola xwe.
Infowelat
—————————————–
Foto: Dîmeneke ji bomberana Xezayê