Romantîzm û yekperestîya bîrdozî

Welat Ayaz 

Metaforên mîna “sergo”, “goristan”, û “geliyek tijî hestî” dibe ku di danasîna êşa dîrokî de bandorker xuya bikin; lê belê, zimanê ku li vir tê bikaranîn zimanekî rûmetşikên û reduksiyonîst e. Ger mirov gelekî bi tevî qelsiyên xwe yên navxweyî mîna “sergo” derbibire, ev yek tenê wêrankirina hestiyarî nafirîne, lê di heman demê de kesên wî gelî yên ku hîn jî li ber xwe didin, dijîn û difikirin jî paşguh dike.

Ocalan di nivîsara ku ji bo Kongreya 12an a PKKê hatiye pêşkêşkirin de, hewl dide ku dîrok û binyada civakî ya kurd li gorî perspektîfa xwe ya bîrdozî ji nû ve pênase bike; dema ku vê yekê dike, hem rastiyên dîrokî teng dike û hem jî ezmûnên pluralîst ên kurd bi zimanekî veder tune dihesibîne. Qadeke dîrokî û çandî ya fireh ku ji Şêx Seîd bigire heta Barzanî, ji elewîtiyê bigire heta neqşîbendiyan dirêj dibe, bi pênaseyên reduksiyonîst, di çarçoveya “hatine çêkirin” an “xiyanetê” de tê bisînorkirin; bîra berxwedanê ya gel bi metaforên rûmetşikên tê qelskirin. Ev gotara me armanc dike ku zimanê yekreng, romantîk û carinan jî heqaretkar a di nivîsarê de bi awayekî rexnegir parzûn bike, û perspektîfeke ku li ser binyada prulaîst û veguherîner a civaka kurd disekine, pêşkêş bike.

Pênasekirina hebûna kurd a bi rêya mirinê: “Sêdar” û tengkirina wateyê

Nivîsar kêliyên darvekirina Şêx Seîd û Seyît Riza mîna dawiya hebûna kurd pêşkêş dike. Her çend ev yek mîna metaforîk bandorker xuya bike jî, xwendina dîroka kurd a bi kêliyên mirinê dikare rê bide ku rastiyên civakî yên zindî ji nedîtî ve werin dîtin. Divê civaka Kurd ne tenê bi mexduriyet, darvekirin û trajediyê, lê di heman demê de bi berxwedan, hilberîn, çand û veguherînê jî were pênasekirin.

Divê ji hedê xwe zêdetir wate li peyvên her du kesan neyê barkirin û neyê pirolekirin. Gava peyvên van her du kesan bê pirolekirin û ji çarçoveya wan a dîrokî werin bidûrxistin, ji vegotineke şîroveyî û heta romantîkkirî wêdetir naçe.

Pênasekirina mîna “rastiyeke mirî” dê potansiyela veguherîn û pêşveçûna wê kevneşopiyê paşguh bike. Kurdîtiya kevneşopî nehatiye tunekirin; ew veguheriye. Kevneşopiya Neqşbendî ya Şêx Seîd îro jî di hin civakên Kurd de zindî ye. Her wiha kurdîtiya elewiyî jî hîn jî li Dêrsimê xurt e.

Gelemperîkirinên li ser elewîtî û neqşbendîtiyê: Wesfandina “hatine çêkirin”ê bi problem e

Ravekirina “her du kevneşopî jî hatine çêkirin” hem ji hêla epistemolojîk û hem jî ji hêla sosyolojîk ve reduksiyonîst û şikîner e. Hem Elewîtî û hem jî Neqşbendîtî pergalên baweriyê ne ku di çarçoveyek dîrokî de pêş ketine, ji hêla beşên mezin ên nifûsê ve hatine pejirandin û xwedî formên xwe yên rêxistina civakî ne.

Rast e, dewleta neteweyî ev kevneşopî mîna amûr bikar anîne. Lê belê, ev nayê wê wateyê ku ev kevneşopî sexte yan jî “çêkirî” ne. Ev gotin bi têra xwe ne berfireh in û zirarê didin azadiya baweriyê û cihêrengiya çandî.

Elewîtî yek ji formên herî resen ên hebûna kurdan e. Divê Dêrsim ne tenê bi êşê, lê di heman demê de bi avahiyên komunal, baweriyên xwezaparêz û bîreke xurt jî were pênasekirin.

Serdema Navîn û protofîgur: Krîza nûnertiyê û windabûna dîrokîbûnê

Etîketkirina navên mîna Qazî Muhammed, Barzanî û Talabanî ya mîna “komprador” û “amûrên tasfiyekirinê” tê wateya paşguhkirina meylên siyasî yên piralî yên di nav kurdan de. Etîketkirina serdema van kesayetiyan a mîna “sûnî” tê wateya biçûkdîtina bandora wan a li ser gelên herêmê, girêdana wan a bi gel re û daxwazên wan ên neteweyî. Her wiha, her çi qas aliyên van kesayetiyan ku dikarin werin rexnekirin bin jî, ew aktorên dîrokî ne; li gorî şert û mercên serdema xwe lêgerîna wan a ji bo modernîzasyon, temsîliyeta siyasî û dewletbûnê hebûye. Ev nêzîkatî dihêle ku xetên têkoşîna Kurd ên li derveyî xwendina dîrokî ya Apocî derewa bin. Ev yek rê li ber vegotineke ku ji pirrengiyê dûr vedike û ji aliyê bîrdoziyê ve jî dibe monîst.

Derbirina “civaka sergoyê”: Zimanekî ku nirxa mirovî înkar dike ye

Metaforên mîna “sergo”, “goristan”, û “geliyek tijî hestî” dibe ku di danasîna êşa dîrokî de bandorker xuya bikin; lê belê, zimanê ku li vir tê bikaranîn zimanekî rûmetşikên û reduksiyonîst e. Ger mirov gelekî bi tevî qelsiyên xwe yên navxweyî mîna “sergo” derbibire, ev yek tenê wêrankirina hestiyarî nafirîne, lê di heman demê de kesên wî gelî yên ku hîn jî li ber xwe didin, dijîn û difikirin jî paşguh dike.

Vegotina bi vî rengî ne dij-mêtingeriyê ye, lê dibe ku guhertoyek navxweyî ya mêtingeriya psîkolojîk be. Gava mirov ji xwe re bêje ez li dijî mêtingeriyê me û ziman û nirxên ku ji hêla mêtingeriyê ve têne bikaranîn dubare bike nakokiyek cidî ye.

Analojiya “Judenrat”: Ji hêla exlaqî û dîrokî ve bi problem e

Fonksiyona Judenratan a di Qirkirina Cihûyan de mîna kesên ku di tunekirina sîstematîk a bi mîlyonan kesan de hatine bikaranîn tê pênasekirin. Lê belê, tê zanîn ku ev mijar ji bo civaka cihûyan jî pir nakok û hesas e. Bikaranîna vê têgehê ya ji bo kurdan tê wateya veqetandina pîvan û reseniya çarçoveya Qirkirina Cihûyan û di heman demê de tê wê wateyê ku aktorên cûda yên kurd di nav xiyaneta giştî de ne. Her wiha malbatên mîna Bedirxanî û Barzaniyan mîna “kesên ku kurd ber bi tunekirinê ve birin” hatiye pênasekirin; ev pênasekirin  xetên siyasî yên cûda, lêgerînên bîrdozî, hevkariyên ji neçariyê yan jî çareseriyên pragmatîk ên di dîroka kurdan de bi xayîntiyê rave dike. Ev nêzîkatî rê li ber xwendina dîrokê ya diyalektîkî digire û têgihîştinek dijber û standardîzeker pêş dixe. Halbûkî serkeftina têkoşîna kurdan encax bi hevrûbûna meylên çînî/çandî yên cûda re dikare veguhere avahiyeke pluralîst.

Ji bilî xwe, tawanbarkirina her kesî ya bi xiyanetê: Ji serokatiyê ber bi tiştekî din ve…

Gotinên mîna “Herî baş ez bi vê dizanim” an jî “Heta kadroyên me jî vê yekê fêm nekirine” ji serokatiya fikrî bêtir nêzikatiyeke otorîter û tekparêz nîşan dide. Nêzîkatiya wiha ya ku xwe li navenda her tiştî digire zirarê dide azadiya entellektuelî. Serkeftina dîrokî ya têkoşîna kurdan ne tenê bi rêberekî, lê di heman demê de bi beşdariya gelek jin, ciwan, karker, rewşenbîr, hunermend û şervanên berxwedana sivîl gengaz bûye. Gotina “Ew nikarin afirîner bin, ew ji mirinê natirsin lê ew nêzîkî rastiyê nabin” zimanekî ku tevahiya têkoşînê biçûk dibîne dihewîne. Ev jî zirarê dide baweriya bi têkoşînên gel ên birêxistinkirî.

Pênaseya piştî-mêtingeriyê: Ji kûrahiya teorîk wêdetir ravekirineke pir çors e

Pênaseyên têgehî yên mîna “piştî-mêtingerî” dibe ku raveker bin, lê heke binê vê têgehê tenê bi karesat, hilweşîn, tunekirin û xiyanetê bê dagirtin, ev siyasetek wêranker saz dike ne siyasetek avaker. Gava herêmên mîna Amerîkaya Latîn an jî Afrîkayê têne qiyaskirin, divê neyê jibîrkirin ku pêvajoyên piştî-mêtingerî yên li wir bi piştgiriya emperyal, veguherînên çînî, tevgerên çandî û faktorên navneteweyî ve hatine şekilkirin. Sedema rewşa heyî ya kurdan ne tenê têkiliyên navxweyî, lê di heman demê de bi giranî têkiliyên hegemonîk ên navneteweyî û mêtingeriya herêmî ne. Lê belê, Ocalan israr dike ku paşketina heyî ya kurdan bi şert û mercên navxweyî ve girêbide ne bi zexta derve.

Redkirina hişmendiya neteweyî ya kurd û biçûkxistina gel

Daxuyaniyeke mîna “Ne diyar e ku Kurd çi ye” tê vê wateyê ku gel mîna mijarên dîrokî nayê naskirin. Ev yek mafê gel ê ji bo pêşxistina hişmendiyek dîrokî û pênasekirina xwe înkar dike. Dibe ku di asta hişmendiya neteweyî de kêmasî hebin, lê ev kêmasî ne ji ber nebûna îradeya gel; ji ber şert û mercên derveyî yên mîna tepeserkirin, înkar, sirgûn, komkujî û nebûna perwerdehiyê  ye ku bi sedan sal in li ser gel hatiye ferzkirin. Derbirîna kêmasiyên civakê ji aliyê têkoşînê ve hêja ye, lê heke daxuyaniyên wiha ji rexne derbas bin û veguherin biçûkxistinê, guherîn û veguherîna civakî ne mimkun e; bêrûmetkirina gel karê mêtingeran hêsantir dike.

Gotar ji alîyê Osman Bozkurt ve hatîye wergerandin û di hejmara 25. a e-kovara Kurdistanê de hatîye weşandin. 

Welat Ayaz

Di sala 1977an de li Amedê ji dayik bûye. 2007an de Zanîngeha Çukurova'yê beşa Mamostetiya wêneyê qedandîye. Ayaz li Tirkîyeyê 10 salan mamostetîya wêneyê kirîye. Gotarên wî di Ozgur Politika, Nûçe Ciwan û Infowelat de hatine weşandin. Çend romanên wî yên ku li ser têkoşîna gelê kurd hatine nivîsandin, ji ber qedexeyên li ser weşanên bi vî rengî, hîn nehatine weşandin. (Welat Ayaz ji ber qedexeya fikir u ramana li ser Kurda ku li Tirkîyê didome, heya demekê nivîsên xwe bi navê Avreş JIYAN nivîsandiye.) Ayaz ji bo domandina xebatên xwe yên nivîsê terka Tirkîyeyê kir û niha wekî penaberekî polîtîk li Ewrûpayê dijî.

Li vê jî binêre

Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin. 73 ji % gelên li Fransayê …