Mûstafa Karasû prosesa dawî ya di navbera PKK û dewleta tirk de tê meşandin, nirxand.
Karasû got, “di nava dewletê de komekê dixwaze vê pêvajoyê sabote bike.”
Mûstafa Karasûyê ku li ser aqûbeta wî şîrove dihatin kirin, beşdarî bernameyeke televîzyonê bû.
Karasû bi vê bernameyê teorîyeke komployê ku herwekî ji alîyê PKKê ve hatîye kuştin, vala derxist.
Endamê Konseya Rêveber ê KCK Karasû prosesa dawî ya di navbera PKK û dewleta tirk de tê meşandin, nirxand.
Herwiha Karasû bersivê da rexne û fikarên derbarê rêûrêbazên meşandina prosesê.
Êrişên artêşa tirk
Karasû li ser pirsa “divê mirov israra desthilatdariyê ya di êrîşên leşkerî de çawa fêhm bikin?” vê bersivê da:
“Di nava dewletê de komekê dixwaze vê pêvajoyê sabote bike. Wateya vê ev e. Tu çima êrîşî wan mirovan dike? Ti çalakî nîne, hewldaneke çalakiyê nîne. Ev rewşeke cidî ye. Bêguman tiştên bi vî rengî di nava civakê de dibe sedema fikaran, di nava her kesî de dibe sedema fikaran.”
Karasû got, divê hikumeta ku prosesa muzakereyan dimeşîne li vê rewşê temaşe neke û midaxaleyê bike.
Fikarên li ser prosesê
Fikarên dostên tevgera kurd a di derbarê prosesê de jî ji Karasû hat pirsîn.
Karasû bersiveke nerm da vê pirsê û wiha axivî:
“Di nava gel de, di nava dostan de fikar rû didin. Em van fikaran fêhm dikin. Lê belê nêzîkatiya tenê bi fikaran têrê nake. Belê, dostên me gelê me dikarin bi vî rengî bifikirin, bi fikar bin. Lê belê ya girîng xwedîderketina li vê pêvajoyê, têkoşîna ji bo serxistina vê pêvajoyê ye.”
Endamê Konseya Rêveber ê KCKê bi van gotinan jî bang li civak û hêzên sosyalîst kir xwedî li prosesê derkeve:
“Eger civak xwedî lê dernekeve, siyaseta demokratîk xwedî lê dernekeve, hêzên sosyalîst xwedî lê dernekevin, hêzeke bi vî rengî ya civakî nebe li pişt pêvajoyeke bi vî rengî dewlet, desthilatdarî dikare vê mijarê ji bo xwe bike amûrek.”
Bahçelî soza xwe pêk neanî
Karasû di bernameyê de li ser pêknehatina sozên Devlet Bahçelî daye rexne kir û wiha axivî:
“Banga Devlet Bahçelî ji aliyê Rêbertî ve bi cih hate anîn. Lê belê soza ku Devlet Bahçelî da, mafê hêviyê, rakirina tecrîdê, tevlîbûna Rêbertî bi rengekî çalak li vê pêvajoyê hîn pêk nehatiye. Ji ber vê yekê, pêvajoya aştî û civaka demokratîk, yan jî dewleta Tirk dibêje xwişk û biratiya Kurd û Tirkan zêde nikare bi pêş ve biçe. Ev bi vî rengî nabe.”
Ocalan û Elewîtî
Karasû rexneyên li hemberê gotinên Abdulah Ocalan ên ji go elewîtîyê jî nirxandin û got “hinekan ev analîz ji rastîya wî derxist:
“Analîzên Rêber Apo yên têkildarî nêzîkatiya Îttîhat Terrakî ya li hemberî Elewiyan hebû. Hinekan ev analîz ji rastiya wê derxist û nerazîbûn nîşan dan. Ev nêzîkatî rast nîne. Rêber Apo û tevgera me tevkariya herî mezin li têkoşîna baweriyê ya Elewiyan kiriye. Di vê mijarê de bêyî ku li benda tiştekî bimîne tevkarî kiriye. Ji ber ku em tevgera hemû bindestan e, tevgera hemû mirovan e ku pêwîstiya xwe bi demokrasî û azadiyê heye.”
Ji bo Îranê “demokrasîya herêmî”
Karasû di dawîya bernameyê de alozîya dawî ya li dora Îranê jî nirxand û ji ji bo çareserîya problemên etnîk ên li vî welatî “demokrasîya etnîk” pêşnîya kir:
“Çawa ku Rêber Apo niha li Bakur hewl dide bernameyek wisa pêşkêş bike, divê li Rojhilat jî bi bernameyek wisa ya li ser bingeha demokratîkbûnê li tevahiya Îranê, li ser bingeha jiyana azad û demokratîk a civakên etnîkî û olî yên cûda li tevahiya Îranê, li ser bingeha demokrasiya wan a herêmî ava bibe. Divê ew helwesta xwe deynin holê. Hewceyiya Îranê bi vê heye.”
Infowelat
—————————————————–
Foto: Mustafa Karasû