Agurne Gaubeka
Di hemû qadên civakî de, mafên ziman jîyana me dixe formekê. Eger em ji dil daxwaz dikin Deklerasyona Unîversal a Mafên Mirov bibe bingeha civakê, divê em ji standardên heyî wêdetir edalet û wekhevîya ji bo welatîyan misoger bikin.
Rewşa mafên ziman a di 2024an problemên ku salên berê hatibûn tespîtkirin nîşan dide. Ev problemên ku bi rêya Xeta Telefonê ya Baskî (xîzmeta me ya gilîyan tomar dike) hatine tespîtkirin, piranî li ser rêveberîyê ku divê bi rengekî hiqûqî ziman biparêzin, disekinin. Ligel vê jî, hin gilî ji sektora kar û sosyo-ekonomîkê jî tên. Ji ber ku rêgezên di van qadan de jî ji alîyê rêveberîyê tên dîyarkirin.
Rewş heta sala 2024an jî baş nebû. Serdestîya îspanyolî û fransî rastîyeke li ber çavan bû. Li seranserê Welatê Baskê astengîyên hiqûqî yên Ii pêşîya wergirtina înformasyona nivîskî û devkî ya bi zimanê baskî berdewam kirin. Rêxistinên gelemperî bi mebesta meşrûkirina valahîyên hiqûqî pêşî li berdestbarîya înformasyona bi baskî bigire, welatîyan ji bo bikaranîna îspanyolî û fransî teşwîq kirin.
Di 2024an de bi giştî 1,206 bûyer bi rêya Xeta Telefonê ya Baskî û xizmetên din ên online hatin tomarkirin. 1,112 ji van gilî bûn, 62 ji wan spasdarî, 32 ji wan pirs, pêşnîyaz û yên din bûn. Lêbelê ev dane bi tenê parçeyeke biçûk ê rastîyê nîşan dide. Binpêkirinên hejmara wan nayê zanîn hîn jî didomin.
Rewşa li herêmên cuda
Li Îspanyayê dewlet wekî berê çavên xwe ji fermîbûna duzimanî re girt û teahuda eşkere ya derbarê peydekirina xizmetên bi zimanê baskî pêk neanî. Di encama vê de, daxwaza mafên ziman ên kesên bi zimanê baskî diaxivîn ya ji sazîyên hikumetê û yên di bin kontrola wê de nehat pêkanîn. Careke din, piranîya gilîyan di derbarê Rêveberîya Edaetê û sazîyên girêdayî dewletê de bûn.
Li Fransayê, rêveberîya dewletê hîn jî zimanê baskî nas nake. Tevî hin venasîna çandî jî, bi taybetî di warê perwerdeya baskî de astengîyên sereke hîn didomin. Ev yek ji ber kêmasîya di warê venasînê de ye. Fransîya ku tekane zimanê fermî û karîger e û tunebûna baskî di gelek qadan de dibe sebeb binpêkirina sîstematîk a înkarkirina mafûn axêverên zimanên hatine marjînakirin bidome.
Dema dor tê ser Hikumeta Baskê, Hikumeta Navarrayê û Civaka Agglomeration a Iparraldeyê (Cûreyeke rêveberîya herêmî ya ji yekîtiya beledîyeyên baskî pêk hatîye), li gorî salên berê tu pêşketin derneketine holê. Gilîyên ji alîyê Behatokiayê hatine wergirtin nîşan didin, kêmasîyên di warê xizmet, kirîn-firotin, perwerdehî, jîyana bi zimanê baskî û herwiha kêmasîya tedbîrên hiqûqî yên ji bo binpêkirina hiqûqa ziman nîşan didin.
Digel xwedî erk in jî, ev sazî bi berdewamî rewşa heyî û astengîyên li pêşîya baskî ku îspanyolî û fransî dikin serdest rewa dikin. Heta heman sazî di bersivên xwe yên li ser binpêkirinên tên ragihandin de jî heman helwestê didomînin. Loma jî vê rewşa ku di gilîyên di rapora 2024an de hatîye nîşandan, pêdivîya ji bo polîtîkayeke ziman a baskî pêş dixe, nîşan dide. Bi israr daxwazkirina xizmetên bi baskî ya ji alîyê welatîyan û heta piştî vê jî jî wan daxwazkirina hilbijartina îspanyolî an fransî, dirêjbûna dema libendemayîn û astengîyên ji bo bikaranîna baskî di rêveberîyê de êdî wekî berê berdewam dike.
Meseleya sereke ji bo gelek rewşan bi hêsanî dikare bê dîtin: Bi mebesta pêkhatina bikaranîna baskî divê sazîyên xizmetê didin bi ziman bizanibin. Tedbîrên qismî, bi tenê dikarin bibin sebeb binpêkirin û astengî bidomin.
Herçî rêveberîyên xwecîhî ne, hin ji wan ji bo baskî di jîyanê de serdest be di nava hewldanan de ne lê gelek ji mafên ziman hîn neketîye nava qadên rêveberîyê. Ji bi vê, biryarên ji alîyê rêveberîya giştî ve an bi rêya dadgehan ve hatine dayîn jî bandorê li rêveberîyên xwecîhî dikin.
Bi giştî, berdestbarîya xizmetên bi baskî di qadên wekî tendurustî, ewlekarî an nihêrvanî de ji bo welatîyan fikara sereke ye. Li aliyekî din, nehekwehîyên mezin di jîyana zimanî ya bajar û bajarokan de, bo nimûne li Navarrayê hîn jî didomin.
Di meseleya perwerdehîyê de, Behatokia digihîje wê enamê ku astengîyên ji bo pêşketina perwerdehîya bi baskî hem Ii Iparralde hem jî li Navarrayê berdewam dikin. Gilî û protestoyên di warê pêşkêşkirina bisînor a hîndekarîya meslekî (pîşeyî) û berdestbarîya bi sînor a zanîngehan tên lidarxistin.
Mijareke din ku bi taybetî fikar jê tê kirin ev e, perwerdehîya tê pêşkêşkirin ji venasîna mafên ziman a wekî mafekî universal zêdetir di bin serdestîya mantiqa bazarê de ye. Ji ber ku baskî zimanekî hatîye marjînakirin e, divê ji destpêkê ve bi rengekî aktîf ji bo berdestbarîya wê hewldan bên kirin.
Di qada sosyo-polîtîk de – di nava vê de şahî jî heye- ku baskî bi rengekî fermî nayû venasîn, kêm şîrket rêzê ji mafên ziman re digirin. Heta li herêmên ku baskî xwedî statuya fermî ye, hiqûqa mafên mezêxeran (xercedar) dibe sebeb binpêkirin pêk werin.
Di qada kar de mirov her ku diçin zêdetir bi korporasyon û şîrketên navneteweyî re rû bi rû tên ku rêgezên bazarê û qanûnên dewletê yên garantîyan pêşkêş nakin, dixin dewsa venasîna mafên ziman. Di 2024an de, gelek şîrket wekî berê bala xwe nedan gilîyên mezêxeran Rêgezên xurtir û parastina hiqûqî ji bo mezêxeran divê di salên bê de bên meşandin.
Encam
Her biryara ku ji alîyê sazîyên rêverberîyê ve nehat,yedayîn -anku her biryara ku li hemberê tedbîrên parastinê hatîye dayîn- encaman bi xwe re tîne. Ev ne tenê dibin sebeba binpêkirinan lê di heman demê de newekhevîtîya ku axêverên baskî wekî endamên civaka zimanekî hatîye marjînalkirin rû bi rû dimînin xurt dikin, bandorê li xizmetê ewlekarî, tendurustî û nihêrvanî dike.
Mesele qalîteya xizmetên gelemperî ne. Ev biryar di heman demê de bandorê li kêrhatîbûna çavkanîyên gelemperî, berpirsîya civakî ya sazîyan û prestîj û venasîna zimanê baskî ya di qada sosyo-aborîyê de dike.
Di hemû qadên civakî de, mafên ziman jîyana me dixe formekê. Eger em ji dil daxwaz dikin Deklerasyona Unîversal a Mafên Mirov bibe bingeha civakê, divê em ij standardên heyî wêdetir edalet û wekhevîya ji bo welatîyan misoger bikin.
Xên ji vê, “êrişa li hemberê normalkirina baskî” ya di salên dawî de, bi rastî jî înkara mafan, kêmasîya venasîna civakên ziman, newekhevîtîya di navbera axêverên zimanên cuda û redkirina tedbîrên başkirinê veşartîye.
Agurne Gaubeka sendîkavan û aktîvîsteke ziman a ji Welatê Baskê ye. Gaubeka ji 2019an û vir ve berpirsîyarîya Behatokiayê (Sazîya Şopandina Mafên Ziman) dike.
——————————————
Gotar di hejmara 2. a e-kovara Ziman de hatîye weşandin.