Hişê Çêkirî (HÇ) jiyana mirovan bi lez diguherîne. Di vê e-pirtûka nû ku bi navê Hişê Çêkirî û Bandora Wê vê teknolojiyê lêkolîn dike, ji xeyalên kevnar bigire heta geşedanên îro tîne ziman.
Nivîskar Brahîm Alûcî, piştî e-pirtûka bi navê “Ferhenga Termên Derûnnasiyê (Dictionary of Psychology)” li ser tora medya civakî belav kir, vê carê bi e-pirtûkek din derket pêşberî xwendevanê xwe: “Hişê Çêkirî”
Pirtûk navê “Hişê Çêkî û Hişê Giştî yê Çêkirî” hatiye belavkirin. Brahîm Alûcî bi vê e-pirtûka xwe ya nû dixwaze di derbarê Hişê Çêkirî (Al) de agahîyan bide xwendevanan û li gor serdema nû ya dijital zimanê kurdî çawa jê re amadeye nîşan bide.
Hişê Çêkirî (HÇ) jiyana mirovan bi lez diguherîne. Di vê e-pirtûka nû ku bi navê Hişê Çêkirî û Bandora Wê vê teknolojiyê lêkolîn dike, ji xeyalên kevnar bigire heta geşedanên îro tîne ziman. HÇ di sala 1956’an de li Civîna Dartmouthê wekî zanist hate naskirin û bi algorîtma û daneyên mezin geş bûye. OpenAI, bi modelên GPT, DALL-E û Codex, di warên nivîsandin, wêneyên dîtbarî û bernamekirinê de sînoran berfireh dike.
HÇ di naskirina wêneyan û zimanê xwezayî de serketî ye, lê Hişê Giştî yê Çêkirî (HGÇ) armanc dike ku şiyanên mirovî bi temamî bigire dest. Ev teknolojî bi derûnnasiyê re hevkariyê dike, hestan analîz dike û di bijîşkî û ewlehiyê de tê bikaranîn. Robotên mirovî yên bi HÇ’yê jî di perwerdehiyê û têndirustiyê de têne xebitandin, lê pirsên exlaqî derdixin holê ku gelo HÇ dikare “hevdiliyê” nîşan bide?
Nivîskar Brahîmê Alûcî ji bo vê e-pirtûkêwha dibêje: “Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence– AI) û Hişê Giştî yê Çêkirî– HGÇ (Artificial General Intelligence- AGI) di vê serdema ku em tê de dijîn de, di dîroka mirovahiyê de şahidiya geşedaneke bêhempa dike. Dema ku mirov li paşerojê dinêre, her serdemê, xwe bi vedîtinên ku şêweya jiyana mirov veguherandinê nîşanî me daye. Agir, çandinî, nivîsandin, çapkirin, şoreşa pîşesaziyê û di dawiyê de gihîştina serdema dîjîtal. Îro, em di nîveka şoreşeke din de ne ku xwedî potansiyela veguhertina civakê û heta xwezaya mirovahiyê ye ku Hişê Çêkirî (HÇ) an jî bi termeke berfirehtir, teknolojiya ku hêz û şiyana têgihiştin, fêmkirin, fêrbûn û bi hişmendî biryardanê dide makîneyan e. Ev e-pirtûka ku niha di destên we de ye, hewla me ya ji bo têgihîştin û nirxandina vê teknolojiya bêhempa ye ku her ku diçe bêtir bandorê li ser jiyana me dike. Em ê, ne tenê li ser cihê ku em îro tê de ne û çawa em gihîştine vir lêkolîn bikin, lê em ê di heman demê de bi hev re li cihê ku em ê bi vê teknolojiyê re biçinê jî bigerin û bibînin.”
Ev e-pirtûk xwendevanan vedixwîne ku li ser bandora HÇ’yê li ser civak û siberoja mirovahiyê bifikirin. Lînka daxistina vê e-pirtûkê li jêr û herkes dikare daxîne û bidest bixin.
Nûçe ji Diyarnameyê hatîye girtin.