Konferansa “Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf” di 27-28ê hezîranê de li Brukselê hat lidarxistin.
Pêşengîya bernameyê ji alîyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên Elmanya û Belçîkayê ve hat kirin.
Akademîsyenên kurd di du rojên bernameyê de gelek alîyên serhildanê ronî kirin.
Serhildana 1925an a li bakurê Kurdistanê di salvegera 100. de bû mijara konferansekê.
Konferansa “Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf” di 27-28ê hezîranê de li Brukselê hat lidarxistin.
Pêşengîya bernameyê ji alîyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên Elmanya û Belçîkayê ve hat kirin.
Akademîsyenên kurd di du rojên bernameyê de gelek alîyên serhildanê ronî kirin.
Di rûniştina yekemîn de ‘’Tevgera 1925’an a Şêx Seîd: Ber bi Berxwedana Kurdistanê ve’’ rewşa jeopolîtîk wê demê, hewldanên kurdan ên ji bo azadiyê û bandora hêzên navneteweyî hatin nîqaşkirin.
Moderatoriya konferansê ji aliyê siyasetmedat Dr. Hişyar Ozsoy ve hate kirin û pêşkêşiya ewil jî ji aliyê Prof. Dr. Naîf Bezwan ve hate kirin.
Kurd û dorpêça jeopolîtîk
Bezwan got, Serhildana 1925an li gel çar faktorên sereke yên piştî Agirbesta Mondrosê pêş ketîye. Bezwan diyar kir ku hevkariya stratejîk a di navbera Sovyet û Kemalîstan de jî di çewisandina serhildanê de hêz daye rêveberiya Kemalîst. Naîf Bezwan got, gelê kurd ji nû ve bi dorpêçeke jeopolîtîk a bi vî rengî re rû bi rû ye û rizgarbûna ji wê yekê encax bi tevgera hevpar pêkan e.
Çi ye rola Brîtanyayê?
Prof. Dr. Cabar Qadir bandora Brîtanyayê ya li ser başûrê Kurdistanê analîz kir û got, Brîtanya bi gelê kurd re di dewsa pêwendiyên neteweyî de, pêwendîyên pragmatîk ên xwe dispêrin eşîrtiyê ava kirine. Qadir da zanîn, ev nêzîkatî li pêşiya yekîtiya kurdan bûye asteng û vê polîtîkayê gelê kurd di lîstikên jeopolîtîk ên herêmî de lawaz kiriye.

Serhildan û arşîvên brîtanî
Dr. Derya Bayindir di axaftina xwe ya bi tirkî de li ser belgeyên ku bi raporên îstixbara Brîtanyayê û bi ragihandina navneteweyî hatine bidestxistin sekinî. Bayindir bi rêya wan belgeyan li ser malbata Bedirxaniyan, aliyên navneteweyî yên Serhildana 1925an û polîtkayên komkujiyê yên li ser kurdan ên piştî serhildanê axivî. Bayindir bi taybetîjî diyar kir ku di nameya ji Cemîyeta Netewan re hatî şandin de hûrgiliyên komkujiyên bi komî cih digirin.
Qanûna gundan û bêmilkirina kurdan
Doç. Dr. Zozan Pehlîvan di axaftina xwe ya li ser mijara rejîma axê ya salên ewil ên Komara Tirkîyeyê agahîyên balkêş dan. Pehlîvan di axaftina xwe de got, bi rêya Qanûna Gundan û sererastkirina bacan gelê kurd hatiye bêmilkkirin bi vî awayî hatîye xwestin hêza aborî ya kurdan bê lawazkirin.
Nivîskar Ekrem Malbat jî mijara hişmendiya neteweyî ya li gel birêxistinbûnên siyasî, rojname û kovarên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatine weşandin, pêş ketiye nirxandinekê kir.
Serhildan û konteksta navneteweyî
Moderatoriya rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê “Berxwedana Şêx Seîd (Tevgera 1925) ji aliyê Dr. Sedat Ulugana ve hate ki
rin. Lêkolîner Kubra Sagir di vê rûniştinê de pêşkêşiya bi navê “Ji Serhildana Şêx Seîd re Nêrînekî Navneteweyî” kir.
Kubra Sagir diyar kir ku serdema balê kişand ser proseya 1908-1918an ku tê de saziyên neteweyî yên kurdan pêş ketine kir û wiha got: “Di navbera bijarteyên kurd ên li Stenbolê û rêberên olî yên li Kurdistanê de ferqek hebû. Dema di destpêkê de daxwazên çandî û aborî li pêş bûn, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn daxwazên serxwebûn û statiyê derketin pêş.”
Kubra Sagir da zanîn ku serhildan bi dînamîkên herêmî pêş ket û got ku di arşîvên îngilîz û fransî de kêmbûna belgeyan vê piştrast dike. Sagir got ku Almanya gazên jehrî firotine Tirkiyeyê, balafirên ku Fransayê dane Tirkîyeyê li hemberê serhildanê hatine bikaranîn.
Serhildan birêxistinkirî bû
Dîroknas-Nivîskar Mahmût Aktureklî di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê “Doza Tevgera Şêx Seîd û Îtîrafên Serbaz Kasim” de destnîşan kir ku serhildan ji aliyê cemiyeta Azadî ve hatiye rêxistinkirin.
Aktueklî got, Şêx Seîd di gotinên xwe yên dadgehê de diyar kirîye ku serhildan ne tenê olî, di heman demê de leşkerî û dîplomatîk bûye. Aktureklî got ku îtîrafên Serbaz Kasim jî rola cemîyetê bi awayekî zelal derxistiye holê û bilêv kir ku girtenameyên dadgehê îşaret bi serhildanekî rêxistinkirî û plankirî dike.

Azadî li hember nasyonalîzma tirk hat avakirin
Nivîskar-Dîroknas Tahsîn Sever jî anî ziman ku dewleta tirk a piştî Osmaniyan li ser esasê “tirkbûnê” hatîye avakirin vê yekê wekî sebeba serhildanê nîşan da. Sever diyar kir ku di vê çarçoveyê de Cemiyeta Azadî hat avakirin û bi pêşengiya Miralay Xalid Begê Cibrî de, di xeta Mûş-Bedlisê de piştî şerê li dijî Rusan xwe birêxistin kir. Sever diyar kir ku Xalîd Beg bi taybet piştî civînên xwe yên bi eşîretên kurd ên elewî re ji erk hatiye girtin û sirgûnê Erzîromê hatiye kirin û destnîşan kirin. Sever sebeba vê tirsa dewletê ya ji xebatên ji netewperestiya kurd nîşan da.
Daxwazên sîyasî-polîtîk
Nivîskar Felat Ozsoy di axaftina xwe de li ser li ser rola Şêx Seîd a di amadekariyên serhildanê de û prosesesa belavbûna serhildanê Bakur tevlî şahidên herêmî sekinî. Ozsoy îşaret kir ku berxwedan ji aliyê gel ve bi berfirehî hatiye pêşwazîkirin. Nivîskar da zanîn, tevger ne tenê xwedî daxwazên olî bûye lê di heman demê de talebên siyasî û neteweyî jî daxwaz kirine.
Serhildan û asta navneteweyî
Axaftina dawî ya vê rûniştinê ji alîyê nivîskar Salih Cemal ve hat kirin. Cemal di pêşkêşîya xwe ya bi navê “Asta Derve ya Tevgera 1925” an de belgeyên arşîvê yên brîtanî û fransîyan nirxandin. Cemal bi mînakan pêşkêşîya nûçeyan a di çapemeniya cîhanê de nîşan da ê bandora wan a li ser raya giştî ya navneteweyî de nirxand.
Mijara rûniştina pêncemîn “Cihê Şêx Seîd û Tevgera Azadiyê di Bîra Çandî, Wêjeyî û Civakî” bû. Di rûniştinê de koçberî, sirgûnî, zilma dewletê, çanda devkî, wêjeyî û bîra civakî hatin nîqaşkirin. Dr. Ayhan Işik modaratorîya vê rûniştinê kir.
Çi hat serê malbatên serhildêran?
Namzeta doktorayê Merve Firat bi sernavê “Piştî Tevgera Şêx Seîd a 1925an, koçberiya bi zorê û polîtîkayên sirgûnkirinê” pêşkêşiyek kir. Firat li ser hewlên Şêx Elîriza yên bi taybetî li ser xeta Iraq û Îranê ji bo avakirina yekîtiya siyasî ya kurdan rawestiya û got,ev helwdanji alîyê Brîtanyayê ve hat astengkirin. Merve Firat da zanîn ku ew bi darê zorê li Bexdayê hatin bicihkirin. Merve Firat li ser polîtîkayên sirgûnkirinê yên piştî serhildanê bi sekinî û çîroka malbatan tevlî fotografên wê demê pêşkêş kirin. Firat bi taybetî li ser jin û zarokên ku sirgûnê rojavayê Tirkîyeyê hatine kirin êşên ku wan rojane jiyane axivî.
Şîdeta dewletê û berxwedan
Dr. Delal Aydin di axaftina xwe ya bi tirkî de mijara “Ji Şêx Seîd heta îro: Berdewamiya tundiya dewletê û berxwedana Kurdan” pêşkêş kir.
Aydin diyar kir ku dewletê di wê prosesê de armanc kir ku ne tenê bi awayekî fîzîkî, di heman demê de nasnameya kurd a sembolîk û civakî tepeser bike. Delal Aydin bûyerên piştî serhildanê û siyaseta şîdetê wiha nirxand ê got “Tişta ku di sala 1925an de qewimî beşek ji wê demê ye.” Delal Aydin da zanîn, Şêx Seîd hem rêber, hem jî sembolek olî û neteweyî bû û got ku darvekirina wî di heman demê de midaxaleyeke li dijî bîr, aîdiyet û siberoja gelê kur bû.
Serhildan, dengbêjî û muzîka kurd
Parêzer û nivîskar Omer Guneş, bi sernavê “Bandora dengbêjî û muzîka kurdî ya li ser Tevgera Azadiyê ya 1925’an” pêşkêşiya xwe kir. Guneş got, hunera dengbêjiyê ya wê demê roleke sereke di Serhildana Şêx Seîd û bîra civakî de lîstiye.
Guneş diyar kir veguheztina bîra dîrokî ya ji bo nifşên din wiha axivî: “Ev hunera devkî di qadên civakî yên ku gel lê dicive, qehwexane, li malên mirovên navdar ên civakê û di civînên cûrbecûr ên civakî de hatiye parvekirin û bi vî awayî hişmendiya dîrokî parastiye.”
Guneş got dengbejî ne tenê wekî şêweyek hunerî bi pêş ketiye lê di zindîmayîna berxwedan û hişmendiya nasnameyê de jî rolekê lîstîye.
Doç. Prof. Dr. Selîm Temo di pêşkêşiya “Di wêje û helbesta Kurdî de Şêx Seîd” de li ser bandora tevgerê ya li ser wêje û helbestê rawestiya.
Temo wateya serhildana Şêx Seîd û kesayetên dîrokî yên piştî wê ya di wêjeyê de vegot.
Infowelat
——————————————
Foto: Rûniştineke konferansa li Brukselê