Îran û Îsraîl piştî 12 rojan agirbest ragihandin.
Agirbest bi hewdanên serokê Amerîkayê Trump pêk hat.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di saetên berê sibehê de ji bo Îran û Îsraîlê biryara agirbestê ragihand.
Trump desntîşan kir ku di navbera Îsraîl û Îranê de agirbest pêk hatiye û lewma jî şerê di navbera herdu welatan de wê bi dawî bibe.
Trump xwe wekî kesekî “aştîsaz” pênase kir û got: “Xwestek ew e ku vî şerî wekî şerê 12 rojan bê bibiranîn. Vî şerî eger bi salan dewam bike, dikare temamê Rojhilata Navîn bi temamî tune bike.”
Piştî peyama serokê Amerîkayê, Îsraîlê diyar kir ku wan tehdîta Îranê ya li dij xwe ji holê rakirine, lewma jî pêşniyara Donald Trump a agirbestê qebûl dikin.
Li pêyî Îsraîlê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, di medyaya civakî de got:
“Eger Îsraîl êrîşên xwe yên derqanûnî bide sekinandin, neyta wan a bersivê bidin tuneye.”
Her çiqasî di destpêkê de bi awayê fermî nehat qebûlkirin jî, çapemeniya Îranê jî diyar kir ku Tehran agirbestê qebûl dike.
Piştî ragihandina agirbestê bi 6 saetan, serokê Amerîkayê bi peyamekê diyar kir ku “agirbest êdî ketiye meriyetê” û ji aliyan xwest ku “agirbestê binpê nekin”.
Infowelat
————————————————-
Foto: Êrişeke hewayî ya li Tehranê