Lîderên ewrûpî li Brukselê li hev nekirin

Yekîtiya Ewrûpayê li Brukselê lutke li dar xist.

Lîderên Yekîtiyê di mijarên sereke yên wekî Îsraîl û Rûsyayê de li hev nekirin.

27 lîderên welatên Yekîtiya Ewrûpayê li Brukselê hatin gel hev.

Bername 16 saet dom kir lêbelê jê tu encam derneket.

Alîyekî giring ê civînê ev bû,  li dijî Rûsyaê biryareke nû ya tedbîran nehat ragirtin.

Herwiha, di Peymana Hevkariya Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpayê de jî li hev nehat kirin.

Di danezana encamê de ji bo Xezayê banga agirbestê hat dubarekirin.

Bang li Îsraîlê hat kirin li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere.

Helwesta Îspanyayê

Îrlanda, Slovenya û Îspanyayê ji Yekîtiyê daxwaz kirin ku di mijara Xezayê de berteka tund a siyasî bide Îsraîlê.

Beriya lûtkeyê, serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez desnîşan kiribû ku Îsraîl berpirsiyariyên xwe yên mafên mirovan bi awayê eşkere binpê dike.

Pê re jî ji bo peymana hevkariyê ya bi Îsraîlê re bidin sekinandin bang li Yekîtiya Ewrûpayê kiribû.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz Îsraîlê diparêze û bi tundrewî îtiraza sekinandina peymanê dike.

Bazirganîya bi Amerîkayê re

Yek ji mijarên ku lîderên Yekîtiyê li hev nakin, bazirganiya bi Amerîkayê re ye.

Wekî tê zanîn, serokê Amerîkayê Donald Trump li ser baca gumrigê Ewrûpayê tehdît dike.

Almanya welatê ku herî zêde ji vê tehdîtê zirarê dibîne ye.

Lewma jî serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di lûtkeyê de daxwaz kir ku “peymaneke lezgîn û ji rêzê” bi Amerîkayê re bê pêkanîn.

Infowelat

—————————————

Foto: Ala Yekitîya Ewrûpayê 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …