Îran muzakereyên bi Ajansa Atomê re sekinandin

A.Rahman Çelîk

Di şerê Îsraîl û Îranê de her çiqasî agirbest pêk hat jî, rageşiya Îran û welatên Rojava ya li ser bernameya nukleer dewam dike.

Îranê hevkariya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re da rawestandin.

Serokê parlementoya Îranê Mûhemmed Baqir Qalibaf ragihand ku wan hevkariya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) re dane rawestandin.

Berdevkê Parlamentoya Îranê Hadîn Tehan Nezîf destnîşan kir ku serokê parlamentoyê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) agahdar kiriye ku Tehranê hevkariya li gel wê rawestandiye.

Serokê Parlamentoya Îranê Mûhemmed Baqir Qalibaf demek berê IAEA’yê sûcdar kiribû ku agahiyên di der barê navendên nukleerî yên Îranê de dide Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên li ser welatê wî şermezar nekiriye.

Serokê Parlementoyê got, heya ku ewlehiya tesîsên nukleerî yên Îranê neyên mîsogerkirin, Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê wê hevkariyê bi IAEA’yê bide sekinandin.

Wezîrê Karên Derve Abbas Araqçî li ser mijarê bersiv da gotinên serokê Amerîkayê Donald Trump ên ku dibêje “hefteya borî emê hevdîtinê bikin”.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Ji bo hevdîtinan heta niha me tu biryar nedaye, lewma jî guh nedin van diyardeyan.

Abbas Araqçî pê re jî got: “Êrîşên Amerîka û Îranê zirar daye pêvajoya dîplomatîk. Pêvajoya babetê ne bi darê zorê, incax bi rûmetdayîna mafên navneteweyî dikare pêş bikeve.

Li pêyî êrîşên Amerîka yên li tesîsên nuklere ên Îranê, nîqaşek li ser bingeha nukleer a ku dibêje zirar nedîtiye hebû.

Îranê ûranyûmê veşartîye?

Tê gotin ku Îranê stoka ûranyûma dewlemendkirî, beriya êrîşan şandîye ciyekî din, lewma jî tu zirar nedîtiye.

Li gorî îstixbarata xwe disipêre du çavkaniyan, paytextên Ewrûpayê dibêjin Îranê 408 kîlo ûranyûma ku dikare di hilberîna çekan de bê bikaranîn, beriya êrîşa Amerîkayê ji tesîsên Fordoyê neqlê ciyekî din kirîye.

Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, li pêyî agirbesta bi Îsraîlê re derket pêşberî gel, û îddia kir ku wan serketfin bi dest xistiye.

Ayetullah Elî Xamaney destnîşan kir ku wan şîmaq li rûyê Amerîkayê xistine.

Lîderê Îranê diyar kir ku Amerîkayê ji vî şerî tu qezenc bi dest nexistiye.

Pê re jî îddia kir ku Amerîka ji bo rejîma Îsraîlê bi temamî nerûxe, beşdarî şer bûye.

Infowelat

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …