Bulten

Înfo Welat Bulten

Friedrich Merz di dengdanê de bi ser neket

Li Almanyayê careke din îşaretên krîza sîyasî derketin holê. Namzetê hikumeta koalisyonê Friedrich Merz di dengdana di parlamentoyê de bi ser neket Hilbijartina serokwezîriyê ma tûra duyem. Li Almanyayê hikûmeta nû ya koalîsyonê îroj bi awayê fermî wê dest bi kar bikira. Parlamentoya Federal Bundestag ji bo lîderê CDU’yê Friedrich …

Bêtir »

Osman Ozçelîk: “Heta em nebin kurd, em nikarin bibin înternasyonalîst”

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Heta em nebin kurd em nikarin bibin înternasyonalîst. Li tu alîyê dinyayê miletên ku xwedîtî li nirxên xwe nekiribin nebûne înternasyonalîst. Dema tu vê nekî, înternasyonalîzma te xapînok e. Li gelên bindest înternasyonalîzmeke bi vî rengî tê ferzkirin ku ji xwe dûr bikevin. Osman Ozçelîk sîyasetmedarekî kurd …

Bêtir »

Hejmara 22. a Kurdistanê hat weşandin

Konferansa neteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê mijara sereke ya vê hejmarê ye. Hevpeyvîneke li ser dîrokî ziman û polîtîkayê ya bi sîyasetmedar û entelektuelê kurd Osman Ozçelîk re div ê hejmarê de hatîye weşandin. Hejmara 22. a e-kovara Kurdistanê hat weşandin Geşedanên li Rojavayê Kurdistanê temaya sereke ya vê hejmarê …

Bêtir »

Alîgirê Trump li Romanyayê bi ser ket

George Simionê rasta radîkal temsîl dike, di hilbijartina li Romanyayê bû yekemîn. Encamên heyî bû têkçûneke mezin ji bo koalîsyona alîgirê Yekitîya Ewrûpayê. Rasta radîkal dostanîya bi Trump û Rûsyayê re diparêze û li hemberê alîkarîya Ukraynayê ye. Hilbijartinên serokomarîyê li Romanyayê hat lidarxistin. Serkeftina sîyasî wekî dihat payîn bû …

Bêtir »

Îsraîl reveberîya Şamê hişyar kir

A.Rahman Çelîk Li Sûriyê pevçûnên di navbera komên durzî û sunniyan dewam dikin. Îsraîlê ji bo van pevçûnan hişyarî da rêveberiya demkî ya Şamê. Îsraîl got, eger êrîşên li dijî durziyan nesekinîne wê midaxale bike. Îsraîlê ji bo êrîşên li dijî durziyan hişyarî da rêveberiya demkî ya li Şamê. Wezîrê …

Bêtir »

Konferansa neteweyî daxwaza federalîzmê kir

Konferansa neteweyî ya li rojava Belgeya Helwesta Hevpar ragihand. Di belgeyê de ji bo Rojavayê Kurdistanê daxwaza federalîzmê hat kirin. Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê Belgeya Helwesta Hevpar eşkere kir. Belge bi dengên hemû delegeyên konferansê hat erêkirin. Biryarên di belgeyê de di bin sernivîsên “Qada …

Bêtir »

Konferansa Yekrêzîya Kurdî hat lidarxistin

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi tevlîbûna 400 delegeyan li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di bernameyê de li ser navê hikumeta Herêmî ya Kurdistanê, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî axaftin hatin kirin û peyama Koma Civakên …

Bêtir »

Almanya wê Eurofighter bifiroşe Tirkîyeyê?

Gelo Almanya dixwaze bazirganiya çekan a bi Tirkiyê re wekî berê bidomîne? Hikumeta alman ragihand, di meseleya biryara firotina Eurofighter a ji bo Tirkîyeyê ji hikumeta nû re bihêle. Piştî girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, hatibû destnîşankirin ku rêveberiya Almanyayê dixwaze firotina balafirên şer ên Eurofighteran bide sekinandin. Wezareta Aboriyê …

Bêtir »

Mezlûm Ebdî bi Nêçirvan Barzanî re civîya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re civîya. Mijara sereke ya civînê beşdarîya kurdan a di proseya polîtîk a Sûrîyeyê de bû. Nûnerên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Federal a Kurdistanê hevdîtinên xwe didomînin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk …

Bêtir »

Fransa destekê dide Rojavayê Kurdistanê

Mezlûm Ebdî bi Wezîrên Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot civîya. Civîn duh li bajarê Hewlerê hat lidarxistin. Rojavayê Kurdistanê di warê dîplomasîyê de gavên balkêş davêje. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi Wezîrên Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot civîya. Civîn di 23ê nîsanê …

Bêtir »

Zanîngehên Amerîkayê di ber xwe didin

Zanîngehên Amerîkayê li hemberê midaxaleyên Donald Trump di ber xwe didin. Zêdetirî 100 zanîngehan li dijî mudaxeleya saziyên perwerdehiyê bertek nîşan dan. Li Amerîkayê zêdetirî 100 zanîngehan li  dijî midaxeleya Donald Trump a saziyên perwerdehiyê bertek nîşan dan. Zanîngehên Harvard, Yale, Princeton û Brown ên navdar jî di nav de, …

Bêtir »

Meqamê lîdertîya Vatîkanê vala ye

A.Rahman Çelîk Mirina Papa Francis xemgînî da cîhana katolîkan. Lîderên gelek welatan û gelek kesên navdar peyamên sersaziyê par ve kirin. Li pêyî mirina Papa Francis, meqamê lîdertiya Vatîkanê demekê wê vala bimîne. Lîderê Dêra Katolîkan Papa Francis, li pêyî serdemeke nexweşiyê, doh berê sibehê jiyana xwe ji dest da. …

Bêtir »

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya Îsraîlê ya li ser Xezayê jî dewam dike. Îsraîl pêşdeçûna li nava Sûriyê dewam dike. Hêzên Îsraîlê li devereke din a Quneytirayê bi tank û wesayîtên leşkerî derbasî nav xaka Sûriyeyê bûn. Balafirên şer ên Îsraîlê jî li …

Bêtir »