Ewrûpa di bin bandora pêla germahîyê de ye

Welatên Ewrûpayê çend rojên dawî bi pêla germahîya zêde re rû bi rû ne.

Bi taybetî, Îtalya, Fransa, Îspanya û Portûgal di nava alarmê de ne.

Germahîya global bandora xwe ya li ser Ewrûpayê girantir dike.

Welatên vê parzemînê çend rojên dawî bi pêla germahîya zêde re rû bi rû ne.

Bi taybetî, Îtalya, Fransa, Îspanya û Portûgal di nava alarmê de ne.

Li hin deverên van welatan dibistan hatin girtin û çalakîyên tûrîzmê hatin sekinandin.

Ji bo 17 ji 27 bajarên mezin ên Îtalyayê alarma pêla germahîya zêde hat dayîn.

Hin ji van bajaran Mîlano, Floransa û Bergamo ne.

Fransa bi heman sebebî ji bo 16 parêzgehan hawara germahîya zêde da.

Li herêma Parîsê 1300 dibistan hatin girtin û nexweşxane ji bo kesên germahîya bandorê li wan bike, ketin nava alarmê.

Tê ragihandin, li Parîsê germahî wê heta 41 derenceyî biind bibe.

Rewşa Îspanya û Portûgalê ji Fransayê hîn ne cûdatir e.

Li paytext Lîzbonê germahî ji 46 derenceyî derbastir kir.

Li piranîya vî welatî germahîya hewayê di ser 40 derencî re ye.

Herêmên Îspanyayê yên nêzîkî Portugalê di bin bandora giran a germahîyê de ne.

Li herêmeke li ser sînorê vî welatî germahî derket 46 derenceyî.

Herwiha, li Barselonaya paytexta Katalonyayê germahî gihîşt 37 derenceyî.

Almanya û Belçîka jî du welatên din ên ewrûpî ne ku ji germahîya zêde gazinan dikin.

Li Almanyayê germahî gihîşt 37 û li rojhiatê Belçîka jî germahî bû 36 derenceyî.

Hêjayî gotinê ye, li hemû welatên navborî germahî li gorî heman demê ya salên berê di asta rekorê de bilind bûye.

Ewrûpa du qat zêde germ dibe

WMO (Rewşa Hewayê ya Cîhanê û Navenda Avhewayê) radigihîne wê germahîya zêde li Ewrûpayê bidome û loma jî divê vê parzemînê hînê vê rewşê bibe.

WMO û Serwîsa Guherîna Avhewayê ya Komisyona Ewrûpayê Copernicus bi raporeke xwe ya li ser mijarê ji bo Ewrûpayê hişyarîyê dabûn.

Rapor nîşan dabû, germahîya global ji şoreşa sanayiyê û vir ve bi gelemperî wekî 1.3 tê pîvandin, li Ewrûpayê wekî 2.4 hatiye tesbîtkirin.

Loma jî Ewrûpayê re hatibû pêşnîyazkirin, xwe ji bo pêla germahîya zêde û lehîyan amade bike.

Infowelat

————————————-

Foto: Komeke endamên Xaça Sor li Îspanyayê ji bo kêmkirina bandorên german zêde alîkarîya welatîyan dikin. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …