Tevgera kurd, Serhildana 1925an û Şêx Seîd

Alîyekî din a giring, di pêşkêşîyan û di encamnameyê de tevgera kurd bi rêya pêkhateya xwe KNKê, sekna xwe ya wekî deetnîsîzasyon xuya dike, nerm dike. Bi vê re jî, îtîbara Şêx Seîd wekî lîderê serhildana neteweyî piştî 100 salan ji alîyê tevgera kurd ve ku di konteksteke dîrokî de berdewama Serhildana 1925an e, lê tê vegerandin.

KNK (Kongreya Neteweya Demokratík) Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên Almanya û Belçîkayê bi minasebeta sedemîn salvegera Serhildana 1925an a li bakurê Kurdistanê, di 27/28ê hezîranê de li Brukselê konferansekê li dar xist. Ji ber nîqaşên dawî yên li ser prosesa di navbera PKK û Tirkîyeyê de tê meşandin, helwesta rêxistina kurd a derbarê serhildanên kurd û gotinên Ocalan ên ji bo “kevneşopîya sunî” û “lîderên kurdîtîya kevnar” de, konferans nirxandinekê heq dike.

Encamên konferansa KNKê

Konferansa bi vê paşxaneya aloz hat lidarxistin, peyameke xurt a xwedîderketina li Serhildana 1925an da ku di destpêka komara Kemalîst a tirk de pêk hat, da. Hin encamên giring ên vê bernameyê wiha bûn:

– Serhildana 1925an tevgereke neteweyî ye

– Serhildan reaksîyoneke gelê kurd a li hemberê polîtîkayên netewperest û înkarê yên rejîma Kemalîst e

– Serhildan bi tevahî bi dînamîkên bakurê Kurdistanê pêş ketîye û ji Brîtanyayê an dewleteke din destekê wernegirtîye

– Lîder û pêşengên serhildanê poşman nebûne û ji dewleta tirk efûya xwe daxwaz nekirine. Berevajîya vê, Şêx Seîd û hevalên wî berîya werin darvekirin, bi gotinên dîrokî bawerîya xwe ya ji bo tolhildanê îfade kirine.

Hembêzkirina dîroka berxwedanê

Dibe ku rastîyên li jor heta niha ji alîyê gelek lêkolîneran ve hatibin îfadekirin û di bernameyan de hatibin dûbarekerin. Nuqteya giring a di vê mijarê de ev e, KNKê tam di nava alozî û krîza ji ber prosesa dawî derketîye holê, mijarê xist rojevê. Peyama ji bo 1925an hat dayîn, di heman demê de hewldaneke biqîmet a ji bo hembêzkirina dîroka berxwedanê ya gelê kurd e ku ji 1838an û vir ve didome.

Îtîbara Şêx Seîd hat îadekirin

Alîyekî din a giring, di pêşkêşîyan û di encamnameyê de tevgera kurd bi rêya pêkhateya xwe KNKê, sekna xwe ya wekî deetnîsîzasyon xuya dike, nerm dike. Bi vê re jî, îtîbara Şêx Seîd wekî lîderê serhildana neteweyî piştî 100 salan ji alîyê tevgera kurd ve ku di konteksteke dîrokî de berdewama Serhildana 1925an e, tê  vegerandin. Peyama Ocalan a ji bo konferansê hatibû şandin û naveroka wê ya sereke xwedîderketina li serhildanê bû, di vê çarçoveyê de dikare bê nirxandin.

Kurd têk neçûn

Bêguman daxwaza Şêx Seîd û hevalên wî, bi pengava Şoreşa Kurd a di 1984an de dest pê kir, pêk hat. Dewleta tirk ku sed sal berê serhildêran di sê mehan de têk bir, çel salên dawî nekarîbû şerê gerîla yên nevîyên Şêx Seîd têk bibe. Tirsa ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê ku heta niha di dilê dewleta tirk de ma, daxwaza serhildêrên 1925an anî cî. Kurd ji nû ve jîn bûn û heta îro jî têk neçûn.

Edîtor

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …