Skotland zimanên galîkî û skotî bi fermî nas kir

Parlamentoya Skotlandê bi qanûneke dîrokî zimanên galîkî û skotî bi fermî nas kir.

Bi vê qanûnê malbat dikarin daxwaza avakirina dibistanên galîkî yên li wargehên xwe bikin, dîplomayeke fermî ya ji bo zanîna ziman dikare bê dayîn û fonên destekê yên ji bo herêmên zimanên di xetereyê de ye tên zêdekirin

Zimanên galîkî û skotî li Skotlandê bi awayekî fermî hatin naskirin.

Venasîna fermî ji bo herdu zimanan bû gaveke dîrokî.

Parlamentoya Skotlandê ji bo dengdana Qanûna Ziman A Skotlandê di 17yê hezîranê de civîya.

Di dengdanê de hemû wekîlan ku hejmara wan 112 bû ji bo qebûlkirina pêşnîyazqanûnê deng dan.

Dengdan di 20. salvegera Qanûna Zimanê Galîkî de pêk hat.

Qanûna Ziman A Skotlandê di 2017an de pêşkêşî Parlamentoya Skotandê hatibû kirin.

Bi qanûna nû hat qebûlkirin, çarçoveya hiqûqî ya parastina her du zimanan tê xurtkirin û mafên axêverên van zimanan tên zêdekirin.

Cigîra serokwezîrê Skotlandê Kate Forbes derbarê qanûnî de axivî û got,ji bo qadên herî lawaz ên civakên herdu zimanên marjînal pîvanên nû yên perwerdeyê tên dîyarkirin û venasîna hiqûqî pêk tê.

Forbes da zanîn, “tevî ku hejmara axêveran zêde dibe jî, em dizanin ku civakên xwedî jiyanake kevneşopî pêdivîyê zêdetir bi destekê dibînin.”

Hin detayên qanûnê

Hin detayên din ên qanûna ziman wiha ne:

– Malbat dikarin daxwaza avakirina dibistanên galîkî yên li wargehên xwe bikin

– Dîplomayeke fermî ya ji bo zanîna ziman dikare bê dayîn

– Fonên destekê yên ji bo herêmên ziman di xetereyê de ye tên zêdekirin

Çend kes bi galîkî û skotî diaxivin?

Li Skotlandê deverên galîkî lê tê axaftin û rêjeya axêveran

Ji bilî van tedbîran, hikumeta herêmî ya Skotlandê 5.7 mîlyon pound ji bo parastina galîkî û skotî vediqetîne

Li gorî daneyên serjimara 2022an Ii Skotlandê 130,000 kes kêmzêde dikarin bi galîkî biaixin. Ev hejmar di 2011an de 43,000 bû.

Heman serjimar nîşan dide, li welêt 2.4 milyon kes dikarin bi skotî biaxivin. Ev hejmar jî di navbera 2011-2022an de nîv nîv milyon zêde bûye.

Infowelat

————————————–

Foto: Tabelayeke bi îngilîzî û galîkî hatîye nivîsandin: “Hûn bi xêr hatin Skotlandê”

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …