France 24 li ser hişyarîya Karasû nûçeyek weşand

France 24 ji bo gotinên Mûstafa Karasû got, “Lîderê PKKê hikumeta tirk bi “hewldana sabotaja” prosesa çekberdanê sûcdar kir.

Televîzyona navneteweyî ya dewleta fransî France 24 derbarê axaftina Mûstafa Karasû ya di Medya Haberê de nûçeyek weşand.

Nûçe di malpera beşa bi îngilîzî ya televîzyonê de bi sernivîsa “Lîderê PKKê hikumeta tirk bi “hewldana sabotaja” prosesa çekberdanê sûcdar kir, cî girt.

Di nûçeyê de wiha hat gotin:

“Du meh piştî rêxistina kurd PKKê biryara xwefesîxkirinê da û dawî li alozîya bi dehan salan a Tirkîyeyê re anî, yek ji lîderên wê roja çarşemê hin kesên di nava hikumeta tirk de bi ‘hewldanên sabotajkirina” prosesa dîrokî ya çekberdanê sûcdar kir.

“Hikumetê gavên pêwîst neavêtin”

Di nûçeyê de hat ragihandin, Mûstafa Karasûyê ku yek ji damezrînerê rêxistinê ye di televîzyoneke kurd de wiha axivî ye:

“Em amade ne, lê hikumeta tirk heta niha gavên pêwîst neavêtine.”

France 24 li ser gotinên Karasû yên derbarê êrişên artêşa tirk ên li dijî gerîla jî wiha nivîsî:

“Karasû qala êrişên artêşa tirk ên li dijî navendên PKKê yên li bakurê Iraqê û kêmasîyên derbarê başkirina şertûmercên girtîgehê yê damezrînerê PKKê Abdulah Ocalan jî kir.”

Infowelat

—————————————————

Foto: Logoya France 24

Karasu: Komeke dewletê dixwaze prosesê sabote bike

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …