Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …
Bêtir »Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir
Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk. Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê. Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke …
Bêtir »Yewnanîstan ji YE û IMF’yê got “Oxi”*
Hilbijêrên yewnan girtina tedbîrên aboriyê yên ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê û Fona Pereyan a Navneteweyî dihatin pêşniyazkirin red kir. Di referandûma 5’ê Tîrmehê de ji welatiyan hatibû xwestin ku ew peymana ji aliyê YE, Bankeya Navendî ya Ewropî û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ve hatibû pêşniyazkirin …
Bêtir »XII. Asambleya Giştî yê UNPO’yê hat lidarxistin
Bi hevkariya Rêxistina Netewe û Gelên NayênTemsîlkirin (UNPO), Hevgirtina Azad Ewropayê (EFA) û Navenda Maurits Coppiters (CMC) di 2’yê Tîrmehê de li Parlamentoya Ewropayê Asambleya Giştî ya rêxstinê bi konferanseke li ser demokrasî û mafê diyarkirina qederê li dar xist. Pisporên li ser mijarê, aktîvîstên mafên mirov û …
Bêtir »Li Îtalyayê pirtûka parastina Kobanê hat weşandin
Li Îtalyayê pirtûkêke li ser Kobanê ya bi sernavê “Di Nava Kobanê de” hat weşandin. Pirtûka ji du sed rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Agenziayê ve hat weşandin, wekî rojnivîska berxwedana parastina Kobanê ya li dijî êrîşa hovane ya 2014’an hatiye nivîsandin. Nivîskarê pirtûkê Ivan Grozny Compasso di …
Bêtir »Kele û Hewsela Amedê ketin lîsteya UNESCO’yê
Di civîna komîteya mîrateya çandî ya UNESCO’yê de biryar hat dayîn ku Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê yên li Amedê têkeve Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê. Civîna ku di 5’ê Tîrmehê de li bajarê Bonnê ya li Almanyayê hat lidarxistin de bi slayta 8 deqeyî ku ji bo danasîna …
Bêtir »ICG raporeke li ser hevdîtinên FARC-Kolombiyayê weşand
Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) raporeke di derbarê hevdîtinên aştiyên yên li Kolombiyayê weşand. Rapora bi sernavê “Li ser Cemeda Tenik: Pêvajoya Dawî ya Hevdîtinên Aştiyê yên Kolombiyayê” rewşa dawî ya hevdîtinan li ber çavan raxist. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina krîza di hevdîtinan …
Bêtir »Êzdî parçe bûne lê hîn jî herêmekê dixwazin”
Hevpeyvîneke bi wekîlê êzdî yê Parlamentoya Iraqê Haj Kandûr El-Şêx re hatibû kirin, di 2’yê Tîrmehê de di malpera Niqash de hat weşandin. Di hevpeyvînê de nûnerê êzdî di derbarê rewşa polîtîk a êzdîyan de agahiyên balkêş dan û got ku ew herêmeke taybet ku ji aliyê êzdiyan …
Bêtir »Delegasyona Sardînyayê diçe Kobanê
Delegasyoneke ji herêma xweser Sardînyayê ya li Îtalyayê wê biçe serdana Kobanê. Di 3’yê Tîrmehê de endamên delegasyonê ji paytext Cagliariyê tên Amedê û ji wir jî bi riya bejahiyê diçin Kobanê. Endamên konseya herêmî Luca Pizzuto (ji koma Sel), Gavino Sale (ji koma Misto) û Paolo Zedda (koma …
Bêtir »Nûnerên rûs pêşniyazên Ûkraynayê red kirin
Pêşniyazên Ûkraynayê yên ji bo çareserkirina problemên kêmara rûs a li rojhilat ji aliyê Rûsya, û komarên Luhansk û Donetskê ve nehatin qebûl kirin. Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko di destpêka hefteya borî de dabû xuyakirin ku bi armanca naskirina xweseriya lokal a herêmên li rojhilat wê destûra bingehîn …
Bêtir »Li Tirkiyeyê kurd bi cûdaxwaziyê re rû bi rû ne
Piştî 20 salan ji bo civaka kurd a li Tirkiyeyê ku bi zorê ji wargehên xwe hatine derxistin, kêm tişt guheriye. Ew kêmara herî mezin a li welat e û di heman demê de kêmara ku li dijî wê herî zêde cûdaxwazî tê kirin e . Di rapora …
Bêtir »“Bizir û birinca me biparêzin”
Federasyona Giştî ya Gundiyên Nepalê (ANPF) ku federasyona herî mezin a gundiyên li welat e, di roja neteweyî ya gundiyan/birincê de (li gorî salnameya Nepalê 29/30’yê Hezîranê) çend bername lidarxistin. Slogana bernameyên îsal ““Bizir û birinca me biparêzin” bû. Serokê ANPF’yê Bamdev Gautam li paytext Katmanduyê bernameya zeviya …
Bêtir »Serxwebûna Katalonya û Skotlandê ji bo YE’yê xetereye an firsend e?
Li Zanîngeha Cambridgê bernameyeke bi navê “Ji bo Skotland û Katalonyayê Netewebûn: Ji bo YE’yê xetereye an firsend e?” hat lidarxistin. Di bernameya bi hevkariya DIPLOCAT (Konseya Dîplomasiya Katalonyayê) û Foruma Jeopolîtîk ve hat lidarxistin de pêvajoyên diyarkirina mafê qederê ya li her du herêman hat nîqaşkirin. Profesor …
Bêtir »Piraniya bajarên li Tarijayê statuyên xwe amade kirin
Li departmanta (wîlayet) Tarijayê ya li Bolîvyayê pêvajoya amadekirina statuyên bajaran didome. Heta niha ji 8 ji 11 bajarên li Tarijayê statuyên xwe yên xwerêvebirinê amade kirin. Li Bolîvyayê piştî damezrandina dewleta pirneteweyî ya di 2009’an de bajaran hatibû xwestin ku statuyên xwe amade bikin. Li Tarijayê jî …
Bêtir »MRG: Bajar ji bo kêmar û xweciyan qadên têkoşînê ne
Koma Mafên Kêmar a Navneteweyî (MRG) rapora xwe ya 2015’an a bi navê Rewşa Kêmarên Cîhanê û Gelên Xwecî weşand. Rapor eşkere kir ku kêmar û xweciyên li bajaran ji cûdaxwaziyê bigire heta şîdetê bi gelek probleman re rû bi rû dimînin. Gerînendeyê Rêvebirinê yê MRG’ê Mark Lattimer …
Bêtir »Alîgirên Ewropayê li Moldovayê bi ser ketin
Partiyên siyasî yên alîgirê Ewropayê di hilbijartinên lokal ên Moldovayê de bi ser ketin. Di hilbijartina ji bo paytext Chisinau’yê de namzetê şaredariyê yê alîgirê Rûsyayê têk çû. Di hilbijartina ku di 30’ê Tîrmehê de hat lidarxistin de namzetên alîgirên yekitiya bi Ewropayê re li 17 herêmên hilbijartinê …
Bêtir »Awistralya desteka ji bo aborîcînan sekinand
Gelên aborîcîn ên li Awistralyayaê bi xetereya koçkirina ji erdên xwe rû bi rû mane. Qanûna nû ya fînansekirina komên aborîcîn ên li seranserê welat ku di 2014’an de hatiye qebûlkirin, domandina jiyana li erdên çolterê tehdît dike. Hikumeta federal da xuyakirin ku wê ji 30’yê Hezîrana 2015’an …
Bêtir »Kampanyaya navneteweyî ya ji bo Arnaldo Otegi
Kampanyaya “Ji Arnaldo Otegi re azadî. Girtiyên baskî bila vegerin malê” geş dibe. Arnaldo Otegi siyasetmedarê navdar ê serxwebûnxwaz e ku serokê baskê siyasî ETA’yê Herri Batasuna bû. Tevlî Otegi siyasetmedarên ji Welatê Bask ên bi navê Miren Zabaleta, Sonia Jacinto, Arkaitz Rodriquez jî di girtîgehê de …
Bêtir »Desteya Perwerdeyê û SZK’ê amadekariya demsala xwendinê dikin
EFRÎN – Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û nûnera Desteya Perwerde û Hînkirinê li navçeya Cindirêsê Berîhan Henan diyar kir ku SZK’ê amadekariya demsala xwendinê ya nû dike û mamosteyên navçeyê bi şêwazên perwerdekirina nû perwerde dike. Li aliyekî din Deste dibistanên navçeyê sererast dike. Rêvebera Saziya Zimanê …
Bêtir »Destûra Bingehîn a Belcîkayê ji bo Başûr modeleke
Wezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Farûq Cemîl di derbarê destûra nû ya tê amadekirin de bersiva pirsên RojNewsê da. Cemîl diyar kir ku destûra ligel rewşa welatê me li hev tê destûra Belçîka û Yûgoslavya ye û wiha got: “Divê destûra Başûrê Kurdistanê azadiya hemû baweriyên weke Êzidî, …
Bêtir »Kongreya PEN’ê li Quebecê tê lidarxistin
Kongreya 81. a PEN’a Navneteweyî di navbera 13-16 Cotmeha 2015’an de wê li Eyaleta Quebecê ya li Kanadayê bê lidarxistin. Tê payîn ku wê ji 70 welatan liderdora 250 nivîskar beşdarê vê kongreyê bibin. Kongreya salane ya PEN’ê nivîskarên ku di asta navneteweyî de navdar in, li ser …
Bêtir »