Kongreya PEN’ê li Quebecê tê lidarxistin

 

 

Kongreya 81. a PEN’a Navneteweyî di navbera 13-16 Cotmeha 2015’an de wê li Eyaleta Quebecê ya li Kanadayê bê lidarxistin. Tê payîn ku wê ji 70 welatan liderdora 250 nivîskar beşdarê vê kongreyê bibin.

Kongreya salane ya PEN’ê nivîskarên ku di asta navneteweyî de navdar in,  li ser qada xebatên PEN’ê tesîreke wan heye an nûnerên bijarte yên wêjeya welatê xwe ne, tên vexwendin.  Di vê kongreyê de di heman demê de firsend ji nivîskaran tên pêşkêşkirin da ku ew bikaribin berhemên xwe nîqaş bikin û li ser navê nivîskarên ku  li hin aliyên cîhanê  ji aliyê hin dewletan ve hatine bêdengkirin.

Di kongreya salane de civînên komîteyan, atolye û civînên tevnên navneteweyî pêk tên û paşê civîna asambleya giştî tê lidarxistin.  Temaya îsal a kongreyê wê “werger=afirandin=azadî” be û di kongreyê de “Danezana (Deklerasyon) Wergêr û Wergerê ya Bajarê Quebecê” wê bê qebûlkirin.

Kanadayê cara pêşiyê di 1989’an de ji kongreya salane ya PEN’a Navneteweyî  re mazûvaniyê kir ku ev jî li paytexta Quebecê Montrealê hat lidarxistin.

 

Jêder: Penquebec2015.org

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …