Li Îtalyayê pirtûka parastina Kobanê hat weşandin

Li Îtalyayê pirtûkêke li ser Kobanê ya bi sernavê “Di Nava Kobanê de” hat weşandin. Pirtûka ji du sed rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Agenziayê ve hat weşandin, wekî rojnivîska berxwedana parastina Kobanê ya li dijî êrîşa hovane ya 2014’an hatiye nivîsandin.

Nivîskarê pirtûkê Ivan Grozny Compasso di Kanûna 2014’an de di nava çend kesan de bûye ku ji derve karibûne bikevin nava Kobanê û ji vir agahiyên di derbarê berxwedana şervanên jin û mêr a li dijî çekdarên êrişkar ragihînin.

Di Nava Kobanê de rojnivîska agahiyên heft rojan ên şopandina ji nêzîk ve ya hêzên parastina Kobanê cî digirin. Lê di heman demê de di pirtûkê de pergala xwerêvebirinê ku di bin nêrînên fîlozofê anarşîst Murray Boockin û serokê tevgera kurd Abdulah Ocalan de pêş ketiye, tê şopandin.
Pirtûk bi danasîna Yilmaz Orkan ku berpirsê Ofîsa Enformasyonê ya Kurdistanê yê li Romayê ye dest pê dike. Li aliyekî din, di pirtûkê de gelek fotografên cihêreng ên li bajêr hatine kişandin û vekolîneke ji nêzîk ve ya Destûra Bingehîn a Rojava jî digire.

Nivîskarê pirtûkê Compasso rojnamegereke bi serê xwe ye  û bi Radio Sherwood, Il Manisfesto û bi RAI’yê re hevkariyê dike.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …