Delegasyona Sardînyayê diçe Kobanê

 

Delegasyoneke ji herêma xweser Sardînyayê ya li Îtalyayê wê biçe serdana Kobanê. Di 3’yê Tîrmehê de endamên delegasyonê ji paytext Cagliariyê tên Amedê û ji wir jî bi riya bejahiyê diçin Kobanê.

Endamên konseya herêmî Luca Pizzuto (ji koma Sel), Gavino Sale (ji koma Misto) û Paolo Zedda (koma Soberania e indipendentzia), endamên meclîsa bajarê Cagliariyê, Enrico Lobina (ji Sardegna Sovrana), Matteo Sestu (ji koma Sel), rojnameger Roberto Mulas û Antonello Pabis wê di delgasyonê de cî bigirin.

Endamên delegasyonê wê bi hevserokên Kantona Kobanê Şevin Mahmut û Enwer Muslîm re hevdîtinekê pêk bînin û peyama serokê Konseya Herêmî ya Sardînyayê Gianfranco Ganau pêşkêşî hikumetê bikin.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û Netewe: Feminîzm û Neteweperwerî

Maria-Mercè Marçal Çawa ku jinên femînist, riyekê nabînin ku cihekî bibînin li ser derenceya mêran …