Desteya Perwerdeyê û SZK’ê amadekariya demsala xwendinê dikin

 

 

 

EFRÎN – Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û nûnera Desteya Perwerde û Hînkirinê li navçeya Cindirêsê Berîhan Henan diyar kir ku SZK’ê amadekariya demsala xwendinê ya nû dike û mamosteyên navçeyê bi şêwazên perwerdekirina nû perwerde dike. Li aliyekî din Deste dibistanên navçeyê sererast dike.

Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û nûnera Desteya Perwerde û Hînkirinê li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê Berîhan Henan di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re derbarê amadekariyên SZK’ê û Desteyê ji bo pêşwazîkirina demsala xwendinê yan nû de axivî.

Berîhan Henan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew li gorî biryara Kongra Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ku di 15’ê hizêrana 2015’an de li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin, meteryalên dibistanên seretayî hatin guhertin û dê bi zimanê Kurdî bêne perwerdekirin. Li ser vê yekê ji bo amadekariyên demsala xwendinê ya nû SZK’ê mamosteyên navçeyê bi şêwazên perwerdekirina nû perwerde dike.

Berîhan di axaftina xwe de got ku di sala borî de yekem car sê rêzên destpêkê yên dibistanên seretayî bi zimanê kurdî tên perwerdekirin û wiha got: “Di sala borî de wan derbarê perwerdekirina bi zimanê kurdî hin zehmetî kişandine û ji ber vê yekê SZK’ê îsal dê hemû mamosteyan bi şêwazên perwerdekirina meteryalên nû perwerde bike. Ev perwerdeyên werin dayîn dê 40 rojan bidome û rojane jî 6 saet perwerde were dayîn.”

Berîhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wan ji 25’ê Hizêranê ve dest bi perwerdekirina mamosteyan kiriye û wiha domand: “Di van perwerdeyan de şêwazên perwerdekirinê, şêwazên danûstandina bi şagirtan re û çawaniya perwerdekirina meteryalên nû tên dayîn.”

Berîhan da zanîn ku 117 mamosteyên navçeyê hene û ev hejmara têra dibistanên navçeyê nake û pêdiviya dibistanên navçeyê bi 200 mamoste heye.

Berîhan diyar kir ku ji bo mamosteyên dibistanan bêne temamkirin, wan hemleyek daye destpêkirin û dê serdana hemû mamosteyên navçeyê bikin û derbarê girîngiya perwerdehiya bi zimanê kurdî û pêşxistina wê de bi wan re nîqaş bikin. Piştre hemû mamosteyên werin peydakirin dê li ser meteryalên nû bêne perwerdekirin.

Desteya Perwerdeyê jî dibistanan sererast dike

Berîhan Henan derbarê xebatên Desteyê de jî diyar kir ku Desteyê ji bo sererastkirina hemû dibistanên navçeyê û peydakirina pêdiviyên dibistanan komîteyek ava kiriye û ev komîte dê serdana hemû dibistanên navçeyê bike û pêwîstiyên wê peyda bike û hemû derî û baçeyên wê sererast bike.

Piraniya mamosteyan jin in

Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û nûnera Desteya Perwerde û Hînkirinê li navçeya Cindirêsê Berîhan Henan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêjeya mamosteyên jin li navçeyê bêtirî ji sedî 90 in û berpirsiyariya perwerdekirina bi zimanê kurdî girtine ser milên xwe û bang li hemû mamosteyên navçeyê kir ku di malê de rûnenin û erka xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêk bînin.

Jêder: ANHA

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …