Alîgirên Ewropayê li Moldovayê bi ser ketin

 

 

Partiyên siyasî yên alîgirê Ewropayê di hilbijartinên lokal ên Moldovayê de bi ser ketin. Di hilbijartina ji bo paytext Chisinau’yê de namzetê şaredariyê yê alîgirê Rûsyayê têk çû.

Di hilbijartina ku di 30’ê Tîrmehê de hat lidarxistin de namzetên alîgirên yekitiya bi Ewropayê re li 17 herêmên hilbijartinê bi ser ketin. Namzetên alîgirên bi Rûsyayê re jî incax karibûn li 11ciyan bi ser kevin.

2015-06-16 Local Election Results Moldova Continues its Path Toward Europe2

Li paytext Chisinauyê Dorin Chirtoaca ku ji 2007’an û vir ve li ser kar e, bi rêjeyeke ji % 53.3 reqîbê xwe Zinaida Greceanai têk bir. Grecanai serokwezîrê kevn ê berê ye û li dijî nêzîkbûna Moldovayê ya bi Ewropayê re derdikeve. Alîgirên Rûsyayê jî li duyemîn bajarê mezin Baltuyê û li Orheiyê di hilbjartinê de bi ser ketin.

Dorin Chirtoaca piştî hilbijartinê bang li partiyên alîgirên Ewropayê yên di parlamentoyê de kir ku dev ji nakokiyên xwe yên navxweyî bedrin û hikumeteke yekgirtî ava bikin. Chirtoaca ku cara sêyemîne ji bo şaredartiyê tê hilbijartin,  di heman demê de cîgirê serokê Partiya Lîberal a Moldovayê ye. Beriya vê jî Chirtoaca ji bo Komîteya Helsînkiyê ya Mafên Mirov xebatê meşandibû.

Jêder: Citymayors.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …