Destûra Bingehîn a Belcîkayê ji bo Başûr modeleke

 

 

Wezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Farûq Cemîl di derbarê destûra nû ya tê amadekirin de bersiva pirsên RojNewsê da.

Cemîl diyar kir ku destûra ligel rewşa welatê me li hev tê destûra Belçîka û Yûgoslavya ye û wiha got: “Divê destûra Başûrê Kurdistanê azadiya hemû baweriyên weke Êzidî, Asûrî, Kakeyî û Şebek nas bike û bixe bin garantiyê de.”

 

‘Başûrê Kurdistanê bû du parçe’

RojNews: 23 sal in Parlamentoya Herêma Kurdistanê heye, lê destûra wê nebû, li gorî te kar çawa bi rêve diçû?

Farûq Cemîl: Ger dewletek be, federasyon be yan jî konfederasyon be divê sazûmanekî wê ya siyasî hebe. Vê sazûmaniyê bi destûrekê diyar dikin. Karê dewlet û hikûmetê çawa bi rê ve diçe, van hemûyan bi rêya destûrê bi rêve dibin.

Raste, parlementoya Başûrê Kurdistanê di sala 1992’an de hat avakirin. Pêwîst dikir ku di wê demê de destûr bê amadekirin. 23 sal derbas bû, ev destûr pêk nehat. Çavkaniyên xwe ji rewşa siyasî digirt. Piştî parlementoyê şerê navxweyî çêbû. Başûrê Kurdistanê di nava Silêmaniyê û Hewlêrê de bû du parçe. Vê rewşê ta sala 2005’an dom kir. Di sala 2005’an de karîn hikûmetekî hevbeş ava bikin. Di vê pêvajoyê de çend rewşenbîr û parlementer kom bûn û li ser pêkanîna destûrê nirxandin kirin, proje pêşkêş kirin lê belê encam bi dest neket.

Di sala 2009’an de ji aliyê hikûmetê ve pêşnûmeyek hat amadekirin, ji parlementoyê re jî hat pêşkêş kirin, lê belê ev yek jî ji aliyên hinek aliyên siyasî ve kêm hat dîtin. Bi awayekî fermî nehat temam kirin.

 

‘Divê li gorî teybetmendiyên me bin’

Gelo ma destûra Iraqê têra Başûrê Kurdistanê jî nake?

Farûq Cemîl: Destûra Iraqê giştiye. Pêwistiya me bi destûrekî herêmî heye. Divê li gorî taybetmendiyên me bin. Divê taybet bi mel ê nabe ligel destûra Iraqê di nava nakokiyan de be û guncaw be.

 ‘Divê destûr bi civakê re lihevkirî be’ weke huqûqnasekî, li gorî we divê destûra mijara gotinê çawa were amade kirin?

Farûq Cemîl: Hemû aliyên peywendîdar bên gel hev, li gorî şeklê siyaseta herêmê û wê çawa birê ve bibin diyar bikin. Ji bo destpêka her mijarekê madeyekê diyar bikin. helbet wê madeyên giştî eleqedar dike, li gel destûra Iraqê di nava ahengiyê de be. Ev yek xwezayî ye.

Li gorî huqûq di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêmî de pêwîstiyek bi vî rengî heye. Lê hinek taybetmendî tenê Herêma Kurdistanê eleqedar dike. Wek mînak li herêma Kurdistanê desthilatdarî li gorî hêzê tê parve kirin. Ev yek wê bi destûr were diyar kirin. Ev çine? Hêzên weke Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlementoyê, lijneya wezîran û dadê hene. Dîsan girêdayî van hêzan sazî û rêxistinên cuda hene. Divê destûr van hemûyan di nav xwe de bihewîne. Divê li gorî çend madeyên sereke peywir û berpirsyartî bên diyar kirin. Ev yek jî bi li hevkirina civakê pêk tê.

faruk cemil2

‘Divê sûd ji hemû ezmûnan were girtin’

 Ji bo destûrê mînakên çend welatan hene, gelo welatekî nêzî Başûrê Kurdistanê heye? 

Farûq Cemîl: Şer û mercên siyasî ên her welatekê cudane. Welat dikarin di vî warî de sûd ji hev bigrin. Tenê sûdwergirin ji welatekê jî nabe. Ango hemû ji Amerîka, Fransa, yan jî Misirê mînakwergirtin, neraste. Lijneyek pêk tê, hemûyan lêkonîn dike, yê kêr bê jê sûd digrin û pêk tînin. Li gorî min mînaka Yugoslavya dişibe ya me. Dîsan mînaka Belçîkayê di warê siyasî de hinek nêz e. Li van deran jî ji yekê zêdetir nasname û çand hene. Di vî warî de modern in. Dikarin destûrekî li gorî herkesî guncaw û wekhev amade bikin.

 

‘Destûra Iraqê jî hevpar hat amadekirin’

 Destûra Başûrê Kurdistanê û destûra Iraqê divê di nava ahengekê de be, gelo ma ne wiha ye

Farûq Cemîl: Raste, divê di nava ahengekê de be. Nabe ku madeyên wê di nav hev de bi nakok bin. Dema ku destûra Iraqê jî hat amadekirin hemû aliyên siyasî amade bûn. Kurdan jî di amadekirina wê de cih girtin. Ji ber vê yekê destûra Iraqê taybetmendiyên Başûrê Kurdistanê li ber çav girtiye.

 

‘Destûr bibe garantiya baweriyan’

Di destûra Iraqê de madeyek heye, dibêje ‘Divê qet yasayek ligel şerîetê ne di nava nakokiyan de be’ Di civakê de eger mirov baweriyên din jî li ber çav bigire çiqas raste?

Farûq Cemîl: Raste, madeyek wiha heye. Li wir desthilatdariya ol û erkê wê diyar dike. Tişta ez behs dikin di pêşnûmeya destûra Başûrê Kurdistanê de jî tê vegotin, di civakê de her bawerî dikare bi awayekî azad îbadetên xwe bike. Êzidî, Kakeyî, Asûrî û Şebek jî dikarin bi awayekî azad îbadetên xwe pêş bixin. Divê destûr bibe garantiya vê yekê. Azadiyê bingeh bigire.

 

‘Ji sedî 30 kotaya jin’

Di amadekirina destûr de tenê 4 jin cih digrin, li gorî we ev hêjmar ne kême?

Farûq Cemîl: Dibe ku di lijneyê de hinek nûner lawaz bin. Lê belê tişta girîng madeyên giştî ne. Ev yek ji aliyê kesên di warê mijara destûrê de pispor, huqûqnas, akademisyen û siyasetmedaran ve tê amadekirin. Di warê mafê jinan de jî divê heman hesasiyet were nîşandan. Di pêşnûmeya parlementoyê de ji bo jinan rêjeya sedê 30 hatiye diyar kirin. Ev yek tiştên bi nîqaşan bê derbas kirin in.

 

‘Parlamento were esas girtin’

Divê destûr li gorî sistema parlamentoyê bê amadekirin yan jî li gorî sistema serokatiyê?

 Farûq Cemîl: Bi nêrîna min destûra ku wê bê amadekirin divê li gorî sistema parlamentoyek demokratîk be. Eger li gorî sistema serokatiyê jî be divê serok di parlamentoyê de bê hilbijartin. Gelek ji mînaka Amerîka cudaye. Raste li wir sistema serokatiyê heye û gel serok hildibjêre lê belê li gorî standartên demokrasiyê, li gorî me welatekî gelek pêşdetire. Ji ber vê çendê pêwîste sistema parlamentoyê bingeh bê girtin. Serok ji wir were hilbijartin û divê erkê parlamentoyê hebe hesab ji serok jî bipirse.

Li her welatî sê hêz hene û li gelek welatan huqûq di asta jor deye, li gorî vê yekê di derbarê Herêma Kurdistanê de dixwazî çi bêjî?

 

Farûq Cemîl: Li her welatî yasa, rêveberin û dad bi rêveberiyek hevbeş de bi hev re dixebitin. Bi awayekî hevdu birêve dibin û haya wan ji hev heye. Bêguman dad hinek din serbixwe dibe.  Ji ber ku destûrê îfade dike. Li ser vê re saziyek nabe. Li gel vê pêwîstî bi dadgehekî destûrê heye. Ev dadgeha hemû saziyên siyasî venêrîn dike ka li gorî destûrê kar dikin yan jî nakin.

Gel ji destûr were agahdarkirin’

Li gorî we di vê mijarê de di civakê de zemînek amade heye?

Farûq Cemîl: Mixabin. Divê civak were agahdarkirin û rohnî be. Bi rêya kovar, rojname û televîzyonan van mijaran ji gel re vebêjin. Civîn û semîner bên organîze kirin. Divê gel di van mijaran de bên perwerde kirin.

 ‘Sînorê Kurdistanê were diyar kirin’

Herêma Kurdistanê li ser nîqaş hene yên wek Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Mexmûr wê di destûr de çawa werin pênasekirin?

 

Farûq Cemîl: Destûr neçare ku sînorê Kurdistanê diyar bike. Ev herêm jî di nav erdnîgariya Kurdistanê de cih digre. Hikûmeta Iraqê divê demek zû vê pirsgirêkê çareser bike. Madeya 140 jî di nava vê deye. Pêwîst dike ku ev made pêşî were bi cih anîn da ku sinorên Başûrê Kurdistanê diyar bibin.

MUSTAFA DELEN-ROVAN REŞÎD/HEWLÊR
Jêder: Rojnews.net

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …