Di civîna komîteya mîrateya çandî ya UNESCO’yê de biryar hat dayîn ku Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê yên li Amedê têkeve Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê.
Civîna ku di 5’ê Tîrmehê de li bajarê Bonnê ya li Almanyayê hat lidarxistin de bi slayta 8 deqeyî ku ji bo danasîna Keleya Amedê û Bexçeyên Hewselê hatibû amadekirin, dest pê kir. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak û Firat Anli ligel 26 nûnerên welatan beşdarê civînê bûn.
Di civîna îsal de ji bo têkevin Lîsteya Mîrateya Çandî navên 31 qadên çandî, 5 qadên xwezayî û yek qadeke xwezayî-çandî hatin pêşniyazkirin. Ji bilî kele û Hewsela Amedê, ji Tirkiyeyê qadeke berhemeke çandî ya li bajarê antîk a Efesê ya li rojavayê Tirkiyeyê jî di lîsteyê de cî girt.
Keleya Amedê û Baxçeyên Hewselê du berhem û qadên li Jora Hewzeya Çemê Dîcleyê ku parçeyeke erdên berhemdar ên li Bakurê Mezopotamyayê ye, cî digirin. Kele û bexçeyên navborî ji dema beriya Serdema Antîk mane û hemû şahidê hemû şaristiyên wekî Helen, Roma, Sasanî, Bîzans, Îslam û Osmanî kiriye.
Yek ji xebata sereke ya UNESCO’yê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerdeyî, Zanistî û Çandî) teşwîqkirina tespîtkirin û parastina mîrateyên çandî û xwezayî ya li seranserê cîhanê ye. Vê mijarê cara ewilî di peymana bi navê Konvansiyona di derbarê Parastina Mîrateyên Çandî û Xwezayî yên Cîhanê de ku di 1972’an de hatibû qebûlkirin, cî girtibû. Keleya Amedê 5.8 km dirêj e ku di vê keleyê de gelek birc, derî û 63 nivîsên kevnar ci digirin.
Ji bo rûpela Amedê ya di malpera UNESCO’yê de bitikînin
Înfowelat