“Bizir û birinca me biparêzin”

 

 

Federasyona Giştî ya Gundiyên Nepalê (ANPF) ku federasyona herî mezin a gundiyên li welat e, di roja neteweyî ya gundiyan/birincê de (li gorî salnameya Nepalê 29/30’yê Hezîranê) çend bername lidarxistin. Slogana bernameyên îsal ““Bizir û birinca me biparêzin” bû.

Serokê ANPF’yê Bamdev Gautam li paytext Katmanduyê bernameya zeviya birincê bi awayekî fermî vekir. Li 40 herêmên li Nepalê jî ku di nava wan de Sunsari, Morang, Kavre, Dhading, Rupendehi û Lalitpur jî hebûn, bernameyên bi vî rengî hatin lidarxistin. Di bernameyan de axaftinên li ser mijarê hatin kirin, stranên li ser çandiniyê hatin gotin û dansên gelêrî hatin lîstin.

Di bernameya li Katmanduyê de cîgirê Sekreterê Giştî yê federasyona gundiyan Balram Banskota dîtinên xwe yên di derbarê giringiya çandiniya birincê de wiha anî ziman: “Birinc çanda me ye. Bi her hincetî, dixwaze bila ev merasîma cenaze be, heta dixwazî bila zewac be, birinc tê bikaranîn. Ev, xureka me ya herdemî ye. Ji bo parastina nasnameya xwe divê em birincê biparêzin.”

Jêder: Viacampesina.org

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …