Nûnerên rûs pêşniyazên Ûkraynayê red kirin

 

 

Pêşniyazên Ûkraynayê yên ji bo çareserkirina problemên kêmara rûs a li rojhilat ji aliyê Rûsya, û komarên Luhansk û Donetskê ve nehatin qebûl kirin.

Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko di destpêka hefteya borî de dabû xuyakirin ku bi armanca naskirina xweseriya lokal a herêmên li rojhilat wê destûra bingehîn bê guherandin. Nûnerên her du komaran diyar kirin ku pêşniyazên nû li dijî Peymana II. a Minskê ye ku di Sibatê de di navbera Ûkrayna, Rûsya, Almanya û Fransayê de hatibû îmzekirin.

Li gorî pêşniyazên Ûkraynayê, wê ji bo xurtkirina hêzên di destên rêvebiriyên lokal ên li Ûkraynayê wê di destûra bingehîn de guherîn bihatana kirin. Xweseriya aboriyê û derfeta qebûlkirina qanûnan ji aliyê rêvebiriyên lokal jî di nava wan hêzan de cî digirin.

Rûsya jî da xuyakirin ku di dema amadekirina van pêşniyazan de Ûkrayna bi nûnerên herêmên rûs re neşêwiriye. Di Xala 11. a Peymana II. a Minskê de tê destnîşankirin ku guherînên ji bo Donetsk û Luhanksê wê bi riya hevkariya bi nûnerên van her du herêman bên pêkanîn.

Serokê Komara Gel a Donetskê Alexander Zakhartxenko li ser mijarê dîtinên wiha anî ziman: “ Bi armanca parastina wê, wê Komara Gel a Donetskê bi tena serê xwe peymana Minskê tetbîq bike.”

Di şerê li rojhilatê Ûkraynayê heta niha 6,500 kes hatin kuştin, 1.3 milyon kes koçî herêmên din ên Ûkraynayê kirin û ji 900,000 zêdetir kes çûn derveyî welat.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …