Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir

 

 

 

Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk.

Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê.

Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke Katalonyayê û rêvebirên îrlandî de rûniştinekê hat lidarxistin. Sekreterê Karên Derve yê YE’yê Roger Albinya, Sekreterê-Giştî yê Diplocat’ê Albert Royo û nûnerê delegasyona Katalonyayê yê li Londonê Joseph Suarez beşdarê civînê bûn û di derbarê pêvajoya serxwebûnê ya Katalonyayê de endamên parlamentoyê agahdar kirin.

Di rûniştina di 7’ê Tîrmehê de Roger Albinyana di derbarê hilbijartina herêmî ya 27 Îlonê de ku dixwaze ji bo xurtkirina doza serxwebûnê bê bikaranîn, hin agahî da û got ku hewldanên Katalonyayê ya ji bo berfirehkirina statuya xwe ya xweseriyê ji aliyê Destûra Bingehîn a Îspanyayê tê astengkirin.

irish4

Piştî rûniştinê, di navbera nûnerên katalan û nûnerên ji hemû partiyên di parlamentoyê de civîneke dualî hat lidarxistin.  Di vê civînê de jî Royo ji parlamenterên îrlandî xwest ku ji bo pêvajoya 27 Îlonê ya serxwebûnê, Parlamentoya Îrlandayê û Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyên fermî bidin.

Royo di derbarê nêzîkbûna parlamenterên îrlandî de jî got ku “ew, wateya hilbijartinên bi armanca referandûmê tên lidarxistin pir baş dizanin’. Di 1918’an de partiyên îrlandî plebîsîtîteke de facto ya ji bo serxwebûnê lidarxistibûn û parlementerên hatibûn hilbijartin di dewsa ku biçin Westminsterê (Parlamentoya Brîtanyayê) çûbûn li Parlamentoya Îrlandayê ya li Dublinê rûniştibûn.

Di demên dawî de Parlamentoya Danîmarkayê li ser meseleya serxwebûna Katalonyayê rûniştineke li dar xistibû û biryareke ku tê de ji Îspanyayê daxwaz dikir ku daxwazên demokratîk ên gelê katalan guhdarî bike, girtibû.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …