Êzdî parçe bûne lê hîn jî herêmekê dixwazin”

 

 

Hevpeyvîneke bi wekîlê êzdî yê Parlamentoya Iraqê Haj Kandûr El-Şêx re hatibû kirin, di 2’yê Tîrmehê de di malpera Niqash de hat weşandin. Di hevpeyvînê de nûnerê êzdî di derbarê rewşa polîtîk a êzdîyan de agahiyên balkêş dan û got ku ew herêmeke taybet ku ji aliyê êzdiyan ve tê birêvebirin daxwaz dikin.

El-Şêx endamê Tevgera Êzdî ya Reform û Pêşveçûnê ye ku dixwaze herêma êzdiyan ji Kurdistana Başûr bê veqetandin. Şêx dide zanîn ku niha di navbera hêzên siyasî yên êzdiyan de kaos û tevlîhevî heye û ti hêz nikare hemû êzdiyan temsîl bike.

Li ser pirsa ku “Çiyayê Şengalê di bin kontrola kê de ye?” nûnerê êzdî wiha dibêje: “Di warê kontrolkirina Çiyayê Şengalê de kaos heye. Problema herî mezin nakokiya di navbera hêzên kurdên iraqî û PKK’ê de ye û herwiha şerê li dijî komên DAIŞ’ê dom dike. Ji ber ku êzdî di nava xwe de parçe bûne yek ji van hêzan xizmetê ji berjewendiyên wan re nake. Hin êzdiyan partiyekê hin ên din jî partiyeke din diparêzin. Hêzên kurdên iraqî dixwazin hemû hêzên li herêmê di bin kontrola wan de bin.”

El-Şêx dibêje ew herî dawî di 2014’an de çûye Şengalê û niha hêzên kurdên başûr nahêlin ew di ser axa wan re derbas bibe û biçe wir. Ji bo sebeba vê yekê jî dide zanîn ku di navbera partiya wan û hêzên siyasî yên kurd de nakokî heye. Nûner di warê sebeba vê nakokiyê de van agahiyên balkêş dide: “Em red dikin ku ji aliyê Kurdistanan Iraqê bên birêvebirin. Em bawer dikin ku em etnîsîteyek û oleke bi serê xwe ne û ev, ji kurdên Iraqê cûdatir e.”

Di warê xwerêvebirina Şengalê de ku di Çileya derbasbûyî de nîqaşên li ser damezrandina wê hatibûn destpêkirin El-Şêx wiha diaxive: “Em fikra xweserî an serxwebûna ji Iraqê red dikin. Em dixwazin bibin parçeyeke Iraqê û ji Bexdayê bên birêvebirin. Lê piştî ku erda me ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin em dixwazin di nava Iraqê de herêmeke ku wê xizmetê ji gelên cuda yên li wir –êzdî, şebek, xrîstiyan, tirkmen heta misilmanên şiî- re bike, bê damezrandin. Em dixwazin di nava vê herêmê de wîlayeteke ji bo êzdiyan bê damezrandin.

Di warê xweparastina êzdiyan de nûnerê êzdî dibêje ku baweriya êzdiyan bi hikumeta başûrê Kurdistanê an hêzeke çekdar ê kurd û artêşa federal a Iraqê nayê û wiha dom dike: “Rizgariya me bi damezrandina hêza çekdar a me wê pêk bê ku wê me biparazê.”

Li ser pirsa ku çima gelê êzdî venegeriyaye Şengalê El-Şêx van agahiyan dide:

Herêma Çiyayê Şengalê 70 km dirêj e û hîn komên DAIŞ’ê li derdorê ne. Lewma hîn bi tevahî ne ewle û parastiye. Hîn kêmasiya xizmetên wekî elektrîk, av û tenduristiyê heye. Ji bilî vê, şervanên DAIŞ’ê gelek hebûnên li wir talan kirine. Van sebeban mirovan motîve nake ku bi lez vegerin.”

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …