Li Tirkiyeyê kurd bi cûdaxwaziyê re rû bi rû ne

 

 

Piştî 20 salan ji bo civaka kurd a li Tirkiyeyê ku bi zorê ji wargehên xwe hatine derxistin, kêm tişt guheriye. Ew kêmara herî mezin a li welat e û di heman demê de kêmara ku li dijî wê herî zêde cûdaxwazî tê kirin e .

Di rapora Rewşa Kêmarên Cîhanê û Gelên Xwecî ya 2015’an de di derbarê rewşa kurdên ji ciyê xwe bi zorê hatine derxistin de agahiyên berfireh cî girtin. Rapora ku ji aliyê Koma Mafên Kêmar a Navneteweyî (MRG) ve hatibû weşandin de bi taybetî ji bo kurdên li Tirkiyeyê dosyayeke taybet cî girt.

Di derbarê kurdên bi koçkirinê re rû bi rû hatine hiştin ên di her sê dewletan de bi kurtahî agahiyan li jêr cî girtin.

Tirkiye

Yek ji faktorên herî girîng ê bajarbûna bi lez a di 20 salên dawî ya li Tirkiyeyê de, bi taybetî ya li bajarên sereke yên başûrêrojhilat, ji ber hilweşandina gundan ku di navenda şerê navxweyî yê Tirkiyeyê yê li dijî PKK’ê de cî digirt, bû. Di 1994’an de herî kêm 3000 gund di çarçoveya vê seferberiyê  de hatin hilweşandin.

Di vê çarçoveyê de, bajarên wekî Diyarbekir digel ku bi mebesta reva ji şîdetê gelek welatî çûn aliyên din ên Tirkiyeyê, heta çûn derveyê welat,  bi mezinbûneke bi lez re rû bi rû man. Tê texmînkirin ku di navbera 1 û 3 milyon kes di vê pêvajoyê de bi zorê ji wargehên xwe hatin derxistin. Vê mîrateya jicîderxistinê îro jî didome. Navenda Çavdêriya Jicîderxistina Navxweyî (IDCM) texmîn dike ku di Kanûna 2014’an de li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ciyê xwe hatine derxistin 953,700’e.

IDCM radigihîne ku heta 2009’an 187,000 kes vegeriyana wargehên xwe. Lê daxwaza polîtîk a meşandina vê pêvajoyê ji ber rewşa li gundên kevn ku vegerê bêîmkan dike  û kêmbûna xizmetên bingehîn, bi guman e. Tê ragihandin ku li hin cîyan hîn mayîn hene.

Bo nimûne, li ser parçeyeke mezin a nifûsa kurd a Stenbolê ku di dema pêvçûnê de ji ciyê xwe hatibûn derxistin zor hatiye kirin ku li qadên li qeraxa bajêr ku buhayê kirê kêm an rêgezên ji bo bajarvaniyê qels in û bi vî awayî jî ew dikarin bi awayekî derveyê hiqûqê dikarin li wir bimînin, bi cî bibin.

Civaka kurd a li Stenbolê ji ber jinûveavakirinê (veguherîna bajêr) bi xetereyên nû re rû bi rû ne. Mînakeke balkêş a ji bo vê mijarê ev e ku welatiyên kurd û roman bi mebesta avakirina Avrupa Konutları ji wargehên wan ê kaçax ên li taxa Karayollariyê hatine derxistin.

Sûriye

Kêmarên ku ji alewî, xrîstiyan, durzî, îsmaîlî, kurd, tirkmen û êzdiyan pêk tên bi hinceta ku –rast an derew- ew bi rejîmê re hevkariyê dikin ji aliyê çekdarên mixalefetê hedef tên girtin. Bo nimûne kêmara êzdiyên li Sûriyeyê bi êrîşa domdar a hov a DAIŞ’ê rû bi rû ye.

Pevçûna li Sûriyeyê firsendek da kêmara kurd ku demeke dirêj ji aliyê rêvebiriya Baas ji mafên welatiyan bêpar hatibû hiştin, qadeke xweser ava bike. Di meha Çileyê de kurdên Sûriyeyê li kantonên Hesekê, Kobanê û Efrînê Rêvebiriyeke Demî ava kirin. Lê ji ber şerê bi fraksiyonên erebên sunî ya ji bo kontrolkirina axê, sivîlên kurd berdeleke giran didin.

Iraq

Di Tebaxê de rêxistin gihîşt Şengalê ku warê hejmareke zêde êzdiya ne. Hêzên pêşmerge yên kurd ku herêmê diparastin bêyî ku hişyariyekê bidin vekişiyan û nifûsa herêmê bê parastin hiştin.

Hemû civakên kêmar ên ji ermeniyên xrîstiyan, kildanî-suryanî, şebek, tirkmen û êzdiyan pêk tên ji herêmên ku bi hezaran salan e dijîn, hatin derxistin. Di dema pêşveçûna DAIŞ’ê de sivîlên tirkmenên şiî û gundiyên şebek hatine qirkirin. Di serê Tebaxê de DAIŞ gelek qadên li Deşta Nînowayê yên asûriyan dagir kir, bi hezaran asûrî ji bo xelasbûna ji qirkirinê koç kirin.

Di Tebaxê de rêxistin gihîşt Şengalê ku warê hejmareke zêde êzdiya ne. Hêzên pêşmerge yên kurd ku herêmê diparastin bêyî ku hişyariyekê bidin vekişiyan û nifûsa herêmê bê parastin hiştin. Bi texmînî 200,000 êzdî ji bo ji mirinê bifilitin reviyan û herî kêm 50,000 kes xwe li Çiyayê Şengalê girtin. Gelek êzdiyên mêr û ciwanên kur li hin gundan hatin kuştin. Di heman demê de bi hezaran jin û keçên êzdî bi mebesta zewaca bi zorê an koletiya seksuel hatin revandin.

Jêder. Minorityrigts.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …