Piraniya bajarên li Tarijayê statuyên xwe amade kirin

 

 

Li departmanta (wîlayet) Tarijayê ya li Bolîvyayê pêvajoya amadekirina statuyên bajaran didome. Heta niha ji 8 ji 11 bajarên li Tarijayê statuyên xwe yên xwerêvebirinê amade kirin.

Li Bolîvyayê piştî damezrandina dewleta pirneteweyî ya di 2009’an de bajaran hatibû xwestin ku statuyên xwe amade bikin. Li Tarijayê jî di dawiya 2010’an de pêvajoya amadekirina statuyên xwerêvebirinê ku wekî Statuya Organîk (bi spanyolî Carta Organica) tê bi nav kirin, dest pe kiribû.

bolivia_facts_map_tarija2

Koordînadorê Komeleya Endamên Meclîsê yên Tarijayê û şêwirmendê Komeleya Şaredariyên Tarijayê Marco Velasquez diyar kir ku heta niha navendên Uriondo, El Puente, Yacuiba, Villa Montes, Yunchara û Padcaya bi serfirazî vê pêvajoya bi dawî kirine û niha li bendê ne ku di derbarê erêkirina wan de ji Dadgeha Destûra Bingehîn agahiyek baş bigirin.

Destûra Bingehîn a Bolîvyayê û Qanûna Çarçove ya Xweseriyê destûrê dide ku her meclîsa şaredariyê statuyeke ji bo bajêr amade bike. Paşê, statuyên hatine amadekirin ji bo vekolîna ku gelo ew bi destûra bingehîn re li hev in an na, ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Pirneteweyî re tê şandin.

Jêder: Ananoticas.com

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …