infowelat.com

Colanî wekî serokê Sûrîyeyê hat ragihandin

Mihemed Colaniyê îslamîst wekî serokê nû yê Sûriyeyû hat ragihandin. Serokê HTŞê Colanî ji meha Kanûnê ve bi awayê de fakto serokatiya Şamê dikir. Serokê HTŞê Mihemed Colaniyê ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed  rêveberiya Şamê bi dest xistibû, xwe wekî serokê Sûriyê ragihand. Ji bo hilbijartina serokê welêt duh …

Bêtir »

“Serdema zêrîn a Trump” û fikarên cîhanê

 A.Rahman Çelîk Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump di destpêka deshilata xwe de hin peyam dan cîhanê. Trump biryarên ji qada enerjiyê heta gelemşeya koçberiyê, ji îstihdamê heta qadên teknolojiyê bi lez xistin meriyetê. Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka wezîfeya xwe de ragihand ku “serdema zêrîn a Amerîkayê” dest …

Bêtir »

Krîza însanî ya li bakurê Xezayê

A.Rahman Çelîk Vegera malê her çiqasî kêfxweşiyê dide jî filistînîyên Xezayê jî krîzeke însanî li pêşiya wan heye. Li bakurê Xezayê pêdivî bi stargeh, av û elektrîkê heye. Piştî agirbesta Îsraîl û Hamasê Xezayî vedigerin cîyûwarên xwe. Neteweyên Yekbûyî dibêje ji bo starê pêdiviyeke mezin bi konan heye. Heta niha …

Bêtir »

Serhildan bû sebeba îstifaya serokwezîr

Serhildana gel a li Sirbistanê bû sebeba îstifaya serokwezîr. Lîderê welêt Vucic biryara hilbijartinên pêşwext da. Rapirsî nîşan didin, zêdetirî ji % 60 ji sîstema sîyasî nerazîne. Serhildana sivîl a li Sirbistanê serkeftinê bi xwe re anî. Serokwezîrê welêt Milos Vucevic ji karê xwe îstifa kir. Vucevic demeke dirêj hewl …

Bêtir »

Ambargoyên nû yên li hember rejîma Lukaşenko

Yekîtîya Ewrûpa, Brîtanya û Kanada biryara ambargoyên li hemberê Belarusê dan. Di 26ê kanûna paşîn de hilbijartinên serokatîyê li Belarusê hatibûn lidarxistin. Lîderê li ser kar Alexander Lukaşenko bi rêjeya ji % 87ê dengan serkeftî hatibû ragihandin. Hilbijartinên ne demokratîk ên Belarusê careke din bû sebeba ambargoyên navneteweyî. Yekîtîya Ewrûpa, …

Bêtir »

Agirbestên Libnan û Xezayê bi zehmetî didomin

A.Rahman Çelîk Agirbesta li Rojhilata Navîn li gel hemû arîşeyan dewam dike. Li pêyî şerê 15 mehan, filîstîniyên ji ciyûwarên xwe bûne derbasî aliyê bakur dibin. Libnanê agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de heta 18yê sibatê dirêj kir. Îsraîlê jî astengiyên li ser rêya vegera sivîlên libnanî sivik kir. …

Bêtir »

Barselona ji bo Kobanê meşîya

10. roja rizgarkirina Kobanê li Kurdistan û cîhanê hat pîrozkirin. Barselona bi îsal bi çalakîyeke girseyî ya pîrozbahîyê bala kişand ser xwe. 10. roja rizgarkirina Kobanê li Kurdistan û cîhanê hat pîrozkirin. Rojavayê Kurdistanê û hin welatên Ewrûpayê bûn navendên bernameyan. Kantona Firatê ku Kobanê navena wê ye, roja rizgarkirinê …

Bêtir »

Bi hilbijartinê dîktatorîya xwe didomîne

Alexander Lukaşenko bi hilbijartinê dîktatorîya xwe sexlemtir dike. Lukaşenkoyê hevalê Putin e careke din xwe di hilbijarta serokatîyê de serkeftî ragihand. Lîderê Belarûsê 30 sal in bê navber li ser kar e. Belarûs hilbijartineke din ku encamên wê nîqaşbar in, li dûv xwe hişt. Serokê li ser kar Alexander Lukaşenko …

Bêtir »

Kurdistan bi hejmara 14. gihişt sala 2025an

Di hejmara dawî de bûyerên derbarê Rojava de nûçeyên sereke ne. Polîtîkayên Trump, meseleya serwerîya Greenlandê û midaxaleyên Elon Musk ên hemberê sîyaseta Almanyayê nûçeyên cîhanê ne ku di vê hejmarê de hatine weşandin. Hevpeyvîna bi zanyar Thomas Schmidinger re di vê hejmarê de cî digire. Ekovara Kurdistanê bi hejmara …

Bêtir »

Pedersen: Meseleya Rojava bi baldarî gotûbêj bikin

A. Rahman Çelîk Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Geir Pedersen li Şamê li ser siberoja Sûriyê axivî. Pedersen got, ji bo yekitîya Sûriyê  “Divê pirsgirêkên bi QSD’ê re bên çareserkirin.” Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen ji bo hevdîtinan çû Şamê. Pedersen di daxuyanîya bi dûv hevdîtinan de …

Bêtir »