A.Rahman Çelîk
Helwesta serokê Amerîkayê ya li ser Xezayê, welatên Ereb xist nava tevgerê.
Lîderên ereb li paytext Qahîreyê ya Misirê ji bo Xezayê civînekê li dar xistin.
Di civînê de biryar hat girtin, Xeza ji nû ve bê avakirin.
Yekîtiya Ereban ji bo pêşî li Trump bigire bilezûbez li Qahîreyê hatin cem hev.
Di civîna li Misirê de li ser pêşnûmaya ji bo jinûveavakirina Xezayê hat lihevkirin.
Di teksta pêşnûmayê de hat îfadekirin, karê avakirinê wê 5 salan dewam bike.
Qonaxa ewil a planê ji avakirina 200 hezar avahîyan pêk tê ku berdêla wan 20 milyar dolar e.
Bendera bazirganiyê, navenda teknolojiye û otêlên peravê wê bên avakirin.
Li gorî vê planê, ji bo avakirina Xezayê pêdivî bi 53 milyar dolaran heye.
Di 6 mehên ewil de wê kavilên Xezayê bên rakirin.
Xezayiyên mal û milkên wan ji dest çûne wê di stargehên demkî de bên hewandin.
Plana Trump hat redkirin
Lihevkirina li ser plana jinûveavakirina Xezayê li hember plana serokê Amerîkayê bû derbeyeyekê.
Misir piştî plana Trump ketibû nava hereketê ji bo Xezayê planeke din pêşnîyaz kiribû.
Di encama gotûbêjên di 4ê adarê de lîderên ereb li Qahîreyê destekê dan vê planê.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ahmed Ebul Gayt di civînê de got “her bi çi awayî dibe bila bibe, ereb li dijî valakirina Xezayê derdikevin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump di sibatê de di dema serdana serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ya Washingtonê planekê eşkere kiribû.
Li gorî planê, 2 milyon filîstînî ji ciyûwarên wan tên derxistin û Xeza dewrî Amerîkayê tê kirin.
Trump bi van gotinên sosret danasîna plana xwe kiiribû:
“Amerîka wê Xeta Xezayê dewir bistîne û têxe bin kontrola xwe. Emê Xezayê bikin Rivieraya Rojhilata navîn.”
Tevî vê jî, Amerîkayê bi daxuyanîyekê destekê da plana welatên ereban.
Washington da zanîn, plan erênî ye lê divê Hamas nikaribe Xezayê bi rê ve bibe.
—————————————————-
Foto: Lûtkeya welatên a ereb a li Qahîreyê