Piştî Macron, vê carê serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer çû serdana Trump.
Lîderê brîtanî, hewl da di serdana xwe de dostanîya Amerîka-Brîtanyayê bê domandin.
Brîtanya soza peymaneke taybet a bazirganîyê ji Trump girt.
Lîderên welatên mezin ên Ewrûpayê yek bi yek berê xwe didin Washingtonê.
Piştî Macron, vê carê serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer çû serdana Trump.
Lîderê brîtanî, hewl da di serdana xwe de dostanîya Amerîka-Brîtanyayê bê domandin.
Serdana Keir Starmer rojekê berîya serokê Ukraynayê Zelensky pêk hat.
Di hevdîtinê de herî zêde samîmîyeta her du lîderan li derket pêş.
Trump Starmer wekî “mirovekî taybet” pênase kir.
Lêbelê pêdivîya Starmer ji gotinan zêdetir bi peymaneke bazirganîyê ya bi Amerîkayê re hebû.
Çend roj berê Trump radihandibû, ew ê li hember berhemên Yekitîya Ewrûpayê bacê derxe ji % 25an.
Loma jî Brîtanya hewl dida bi rêya têkiliyên xwe yên dîrokî, nebe qurbaneke şerê aborîyê.
Peymana bazirganîyê
Trump di daxuyanîya ji bo çapemenîyê de bi van gotinan derî li peymaneke bazirganîyê vekir:
“Bi ya min, şenseke pir baş a ya herdu welatên muhteşem ên dostên hev heye. Bi ya min, em dikarin peymaneke bazirganîyê ku tê de pêdivîya bi tarîfeyan tune ye, îmze bikin.”
Lêbelê di meseleya Ukraynayê de cudahîya herdu lîderan li ber çavan bû.
Keir Starmer di warê êrişkarîya Rûsyayê ya li Ukraynayê israr kir.
Trump ev çendekî ye ji bo şer Ukrayayê berpirs nîşan dide.
Baregeha Diego Garciayê
Meseleyeke din a di hevdîtinê de hat rojevê peymana Brîtanyayê ya bi Giravên Chagos re bû.
Brîtanya bi vê peymanê dawî li statuya koloni ya giravê anîbû.
Di berdêla girav têkevin bin serwerîya Mauritusê, Brîtanya mafê kontrola 99 sal a Baregeha Diego Garciayê bi dest xistibû.
Diego Garcia baregeheke giring a Amerîkayê ye ku li Okyanûsa Hîndê ye.
Trump got, ew destekê dide peymanba Brîtanyayê ya derbarê Giravên Chaosê de.
Analîz
Starmer di serdana Washingtonê de herî zêde dixwest tifaqa dîrokî ya DYA-Brîtanyayê bê domandin. Di çarçoveya vê tifaqê de her du welat bi taybetî di qada bazirganî û û dîplomasîyê de hevkarîyeke xurt dikirin. Têkilîya taybet pir zêde bi kêrî Brîtanyayê dihat. Trump niyeta xwe ta tifaqa di navbera herdu welatan de dîyar kir. Ev jî ji bo Keir Starmer bû serfirazîya herî mezin a dîplomatîk. Trump di hevdîtinê de sînyala peymaneke taybet a bazirganîyê ya bi Brîtanyayê re da. Ev jî tê vê wateyê, wê tarîfeyêb Amerîkayê yên ji % 25 ji bo Brîtanyayê nekevin merîyetê. Ev jî bû serkeftineke din a ji bo hikumeta Starmer. Trump berpirsîya DYAyê ya ji bo NATOyê jî dûbare kir desteka ji bo peymana bi Giravên Chaosê re dîyar kir. Loma jî serdana lîderê brîtanî ya Washingtonê dikare wekî serdaneke serfiraz bê qebûlkirin.
Infowelat
———————————————–
Foto: Donald Trump and Keir Starmer