Dîplomasîya maço ya Trump duh li Qesta Spî gihîşt asta herî bilind.
Trump û cîgîrê wî Vance di hizûra medyayê de heqaret li Zelensky kirin.
Zelensky bû qurbana îmaja xwe ya “qehremanîyê” ku di pêşbirka jeopolîtîk a Rojava-Rûsyayê de hat çêkirin.
Dîplomasîya maço ya Trump duh li Qesta Spî gihîşt asta herî bilind.
Trump û cîgîrê wî Vance di hizûra medyayê de heqaret li Zelensky kirin.
Di encama alozîyê de, peymana li ser çavkanîyên binerdê yên Ukraynayê nehat îmzekirin.
Zelensky ji ber vê pevçûna li pêşîya medyayê, terka Qesra Spî kir.
Ev jî bû derbeyekê li hember planên bikaranîna çavkanîyên Ukraynayê ya ji alîyê Amerîkayê ve.
Nîqaşa li Qesra Spî ji alîyê Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ve hat despêkirin.
Dema Zelensky sekna xwe ya li hember Rûsyayê parast û got wê şer bandorê li Amerîkayê jî bike, Trump hêrs bû.
Trump midaxaleyê Zelenksy kir û got:
“Ji me re qala bandora li ser me neke. Em hewl didin probleme çareser bikin”
Trump gotinên xwe wiha dom kirin:
“Bi ya te, tiştekî başe ku tu werî Ofîsa Oval a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û tu êrişî rêveberîya ku hewl dide pêşî li hilweşîna welatê te bigire bikî?”
Sûcdarîya “Bêhurmetîyê”
Vance jî asta êrişa xwe ya li hember Zelensky bilind kir û wî bê “bêhurmetîyê” sûcdar kir.
Trump ji Vance kêmtir nema ê di axaftina xwe de got, “tu bi şerê cîhanê yê sêyemîn qumarê dilîzî” jê Zelensky re got “ an peymanê îmze bike an jî êdî em ne bi we re ne.”
Bi van gotinan, Trump sînyala sekinandina alîkarîya leşkerî ya ji bo Ukraynayê da.
Paşê, Trump daxuyanîyek nivîskî weşand û got, wan peymana çavkanîyên binderdê bi Ukraynayê re îmze nekirine û dema Zelensky ji îmzekirinê amade bibe dikare were Washingtonê.
Analîz
Nîqaşa di 28 sibatê de li Qesra Spî pêk hat, di dîroka dîplomasîya dema modern de bûyereke yekta ye. Heta niha nehatîye bihistin, serokê dewletekê li ber çavên cîhanê rastî heqareta mazûvan were. Ev bûyer nimûneyeke mikemel a dîplomasîya nû ya Amerîkayê ye ku wekî “dîplomasîya maço” tê pênasekirin. Rêveberîya Trump hemû adetên hevpar ên cîhanê didin alîyekî û bi hêza Amerîkayê dixwazin planên xwe dîkteyên welatên din dikin.
Lêbelê meseleya esasî ne stîla nû ya danûstandina rêveberîya Trump a bi lîderên cîhanê û bi Zelensky re ye. Trump berîya bê hilbijartin di vê mijarê de sînyalan dabûn. Pirs ev e, çawa Zelenskyê divê hay ji vê hebe bi hêsanî dikeve vê rewşa ku wekî “kemîn” tê pênasekirin. Eger wî biryara îmzekirina peymana bi Amerîkayê re dabe, çima gotinên xwe yên hercar li ber Trump û Vance dûbare dike û welatê xwe dike hedefa hêrsa rêveberîya Amerîkayê? Eger wê peymanê îmze nekiribana, çima diçe Washingtonê û bi Trump û Vance re dicive?
Dîyare Zelenskyê ev 3 sal in desteka bêdawî ya rêveberîya Joe Biden, Yekitîya Ewrûpayê û Brîtanyayê girt, hîn baş şertûmercên nû yên cîhana nû analiz nekirîye. Qehremanîya Zelenky yên bi pere û çekên bîyanî û bi berdêlên giran ên çavkanîyên însanî yên ukraynî heta ber derîyên Qesra Spî bû. Zelensky bû qurbana vê îmaja xwe ya “qehremanîyê” ku di pêşbirka jeopolîtîk a Rojava-Rûsyayê de hat çêkirin.
Infowelat
——————————————-
Foto: Hevdîtîna Donald Trump, Volodimir Zelenksy û J.D. Vance