Îsraîl pêşdeçûna xwe ya li nava axa Sûriyê dewam dike.
Artêşa Îsraîlê ket gelek navçêyên li başûrê Sûriyeyê.
Artêşa Îsraîlê dagirkirina gelek axa Sûriyê berdewam dike.
Hêzên Îsraîlê berê di 6ê adarê de ketin du gundên girêdayî navçeya li bajarê Quneytrayê.
Çavkaniyên herêmê destnîşan kirin ku hêzên Îsraîlê piştî çend saetan ji van gundan vekişiyan.
Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyeyê jî diyar kir ku hêzên Îsraîlê heta navçeya Um Batinê ya Kuneytrayê çûne.
Tevî vê yekê, 7 tabûrên Artêşa Îsraîlê ketine gundekî girêdayî navçeya Nebî El Sexirê.
Piştî balafirên keşfê, Hêzên Îsraîlê derbasî navçeya Eyn El Nûriyê ya bakurê Kunetrayê bûne.
Îro jî hêzên Îsraîlê piştî ku derbasî gundewarê Quneytrayê bûn, mayînên neteqiyayî rakirin û di encamê de gelek teqîn rû dan.
Alozîya li Lazqîyeyê
Li aliyê din, zextên rejîma Şamê yên li ser alewîyan dewam dikin.

Hêzên girêdayî rejîma Şamê Taxa Dehtûrê ya Lazqîyêyê dorpêç kirin û 4 sivîl qetil kirin.
Li bajarê Senemên a li Derayê jî di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdarên xwecihî de pevçûn derketin.
Hat ragihandin ku di encamê de, ji hêzên desthilata Şamê 3, yek jî ji çekdaran hatin kuştin.
Hêzên ewlehiyê di heman wextê de taxa rojava ya bajêr dorpêç kirin û di nava bajêr de çekên giran bi kar anîn.
Malên welatiyan hatin topbarankirin û di nava welatiyan de tirs û xof çêbû.
Infowelat
————————————————–
Foto: Tankên Artêşa Îsraîlê