Amerîka careke din meseleya baca ji bo bazirganîyê ya ji bo Yekitîya Ewrûpayê (YE) anî rojevê.
Trump got, ew ê tarîfeyên li hemberê berhemên YEyê ji % 25 zêde bike.
Trump li ofîsa xwe ya Qesra Spî herdem daxuyanîyên tund dibe mijara cîhanê.
Lîderê amerîkî careke din meseleya baca ji bo bazirganîyê ya ji bo Yekitîya Ewrûpayê (YE) anî rojevê.
Trump got, ew ê tarîfeyên li hemberê berhemên YEyê ji % 25 zêde bike.
Trump wiha axivî:
“Me biryar da û em ê di demeke pir kurt de vê rabigihînin. Em bi giştî bêjim, wê ji % 25 be û ew ê li hemberê otomobîlan û hemû berhemên din be.”
Serokê amerîkî bi van gotinan, sebeba biryara xwe îzeh kir:
“Ew otomobîlên me qebûl nakin. Ew bi taybetî berhemên me yên çandinîyê qebûl nakin. Û em her tiştên wan qebûl dikin.”
YE li hemberê wesayitên ji baca ji % 10î digire lê terîfeya Amerîkayê ya li hemberê wesayîtan ji % 2.5 e.
Ewrûpa bersiv da
YE piştî Trump ket nava hereketê û bi daxuyanîyekê bersivê da.
Komîsyona Ewrûpayê ragihand, wekî “bazara herî mezin a cîhanê” YE “bazirganîyê hêsan dike, mesrefên ji bo şîrketên amerîkî yên îxracatê dikin kêm dike, standard û rêziknameyên li 27 welatan nêzîkî hev dike.”
Berdevkê Komîsyonê bi van gotinan jî nîşan dai wê YE li hember Amerîkatyê serî netewîne:
“YE wê bi biryardarî û bi lezgînî bersiva barîyeyên li hemberê bazirganîya azad û adil bide. Di nava bersivê ji bo vê rewşê jî heye ku tarîfe polîtîkayên hiqûqî û li hember cudaxwazîyê binpê bikin.”
Infowelat
——————————————
Foto: Bendereke (lîman) li Ewrûpayê