Çawa banga Ocalan li cîhanê hat pêşwazîkirin?

Banga lîderê PKKê ya ji bo çekberdanê li cîhanê deng veda.

Neteweyên Yekbûyî û hin welatên di sîstema cîhanê de xwedî hêz in, daxuyanî dan.

Medyaya cîhanê di nûçe û analîzên xwe de cîyekî berfireh dan vê meseleyê.

Hin sazî, welat û medyaya li ser vê mijarê sekinin ev in:

Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres banga Abdulah Ocalan bi “kêfxweşî” pêşwazî kir.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric derbarê banga Ocalan de wiha axivî:

“Sekreterê Giştî bê bûyera erênî bi kêfxweşî pêşwazî dike. Ev yek, ji bo alozîyeke ku demek dirêje dom dike, çirûskeke hêvîyê ye.”

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 

Qesra Spî di daxuyanîyeke xwe de cî da banga Ocalan a ji bo aştîyê.

Berdevkê Konseya Ewlekarîyê ya Qesra Spî Brian Hughes wiha axivî:

“Ev pêşketineke pir giring e û em hêvî dikin wê hevpeymanê me yê Tirkîyeyê ya derbarê hevalbendê me yê li bakurêrojhilatê Sûrîyeyê ya li dijî DAIŞê memnûn bike.

Almanya

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ew piştgiriyê didin banga Ocalan.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Em banga Abdullah Ocalan a ji bo PKKê û komên girêdayî wê ya ji bo çekberdanê û bidawîkirina hebûna PKKê, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”

Di daxuyaniyê de wiha dom kir: “Ev ji bo bidawîkirina şîdet û tolhildanê ya ku bi dehan sal in didome û rê li ber windakirina bi deh hezaran kesan vekirîye, firsendeke dîrokî ye.”

Medyaya cîhanê û banga Ocalan

Hin sazî û dezgehên medyaya cîhanê jî di derbarê mijarê de weşangerîyeke bi vî rengî kirin:

CNN

Televîzyona amerî CNNê bi vê sernavê nûçeya çekberdanê da: “Lîderê kurd banga çekberdanê li hêzên xwe kir, pevçûna 50 salan bi dawî dibe.”

The New York Times

Sernavê rojnameya amerîkî The New York Timesê wiha bû: “Li Tirkiyê, lîderê dîl hatiye girtin banga çekberdanê li şervanên xwe kir.”

The New York Timesê banga Ocalan wekî bidawîkirina şerê dehên salan rave kir, got: “Bandora bangê dikare sînoran derbas bike û bibe sedema aştiya herêmê.”

Rojnameyê nezelaliya Enqereyê jî derxist pêş û got: “Ne diyar e hikûmeta Enqereyê wê çi bersivê bide vê bangê.”

Reuters

Ajansa nûçeyan a Brîtanyayê Reutersê vê sernavê bi kar anîn: “Banga lîderê kurd a aştiyê li Tirkiyê hêvî mezin kir” bi kar anî.

Reutersê dîtinên Kurdistaniyan derxist pêş û nûçeya xwe weha dewam kir, got:

“Bi hezaran şêniyên kurdistanê li meydana Amedê civiyan, alên kesk û sor û zer ên Kurd hejandin û sloganên kêfxweşiyê avêtin.”

Herweha Reutersê cî da dîtinên Wolfango Piccoliyê hevserokê şîrketa şêwirmendiya rîska siyasî ya Teneoyê.

Wolfango Piccoli wiha got: “Ocalan bangeke dîrokî kir, bes Enqere ne zelal e, peymaneke rasteqîn dixwazin yan manewrayeke siyasî dikin ne diyar e.”

The Guardian

Th Guardianê banga Ocalan wekî “destpêka aştiyeke şikestiyane” rave kir.

Rojnameya brîtanî vê sernavê bi kar anî:

“Lîderê kurd ê dîl hatiye girtin ji bo çekan berde bang li PKK’ê kir – vê bangê dikare Tirkiye û Rojhilata Navîn bihejîne” bi kar anî.”

Le Monde

Rojnameya fransî Le Monde sernavê “lîderê Kurd Abdullah Ocalan banga xwefesihkirinê li PKK’ê kir,” bi kar anî.

Le Mondê nûçeya xwe wşha dewam kir, got: “Ji ber sedema ku Tayyib Erdogan ne zelal e, zexta li ser kurdan dewam dike.”

France 24

Televîzyona fermî ya Fransayê France 24ê sernavê “Damezrînerê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çekan berdin bang li şervanên xwe kir” bi kar anî.

Nûçe wiha dewam kir: “ Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan li Stenbolê bangeke dîrokî kir, ji şervanên xwe yên kurd daxwaz kir ku kongreyê bicivînin û biryara çekberdan û fesihkirinê bidin.”

RTS

Televîzyona Dewletê ya Swîsre (RTS) jî di banga dîrokî de bal kişand ser hûrgûliyan û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve di hucreya yekesî de, di bin şertûmercên tecrîdê de tê ragirtin.

Hat diyarkirin ku tevî esareta 27 salan û şertûmercên tecrîda giran, Abdullah Ocalan ji aliyê gelê kurdan ve weke lîder tê dîtin û hat diyarkirin ku banga dîrokî li bajarên Kurdistanê bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin.

Amadedar: A.Rahman Çelîk-Necat Ayaz

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …