Macron di alozîya bi Ewrûpa-Rûsyayê de dîsa bi gotinên xwe bû rojev.
Lîderê fransî Rûsyayê wekî “xetere” pênase kir û şemsîyeya nukleer a Fransayê pêşnîyazê Ewrûpayê kir.
Ewrûpaya desteka Amerîkayê winda dike, ji bo ewlekarîya xwe bi fikar e.
Fransa xerabûna balansa jeopolîtîk bi kar tîne û dixwaze li vê parzemînê bandora xwe zêde bike.
Emanuel Macron di vê tevlîhevîya dawî de dîsa derdikeve pêş.
Serokê fransî got, Parîs amade ye endamên Yekitîya Ewrûpayê têxe bin parastina çekên xwe yên nukleer.
Macron îdîa kir, êrişkarîya Rûsyayê “tu sînoran nasnake.”
Macron got, Rûsya wê li Ukraynayê nesekine û ev jî ji bo Fransa û Ewrûpayê rasterast xetereye.
Rûsya bersiv da
Ev gotinên lîderê fransî, Rûsyayê hêrs kirin û Moskow bersiveke hişk da Macron.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova,serokê Fransayê bi “Îfadeyên nakok” û “dûrketina ji rastîyê” sûcdar kir.
Senatorê rûs Konstantîn Kosaçev hîn girantir axivî û got, “Macron analîzên xwe yên şaş bi rengekî hiş ji serî çûye li ser welatîyên xwe ferz dike.
Infowelat
—————————————
Foto: Emanuel Macron/Youtube