Zexta Trump a ji bo peymana çavkanîyên binerdê yên biqîmet digihîje encama xwe.
Trump ragihand, Zelensky wê peymana di derbarê vê mijarê de îmze bike.
Zexta Trump a ji bo peymana çavkanîyên binerdê yên biqîmet digihîje encama xwe.
Trump ragihand, Zelensky wê peymana di derbarê vê mijarê de îmze bike.
Donald Trump got, serokê Ukraynayê ji bo peymanê wê roja înê biçe serdana Washingtonê.
Trump wiha axivî:
“Min bihîst ew înê tê. Bê guman, min qebûl e, eger ew dixwaze were. Û ew dixwaze peymanê tevlî min îmze bike. Û ez dizanim ev, peymaneke mezin e, peymaneke gelek mezin e.”
Medyaya navneteweyî radigihîne, hikumeta Ukraynayê qebûl kirîye ku vê peymanê îmze bike.
Trump çend hefteyên dawî, ji bo Ukrayna peymana çavkanîyên biqîmet ên binerde îmze bike, zextê li Kîewê dikir.
Naveroka plana ewil a Amerîkayê, îmzekirina peymaneke 500 milyar dolarî bû.
Tê texmînkirin, naveroka peymana nû bi qasî nîvê vî pereyî ye û hin xalên di lehê Ukraynayê de tê de hatine bicîkirin.
Trump ji destpêka rêveberîya xwe û vir ve dixwest, di berdêla alîkarîya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê, divê vî welatî peymana çavkanîyên binerde ya biqîmet îmze bike.
Ukrayna ji xwedî ji %5ê çavkanîyên binerde ya biqîmet ên cîhanê ne.
Hin ji van mîneralên kêm tên peydekirin belîrîyûm, kobalt, lîtyûm, ûranyûm û grafît in.
Ev mîneral di çêkirina batarya, balafirên şer ên pêşketî, telefonên destan û hin wesayîtan de tên bikaranîn.
Infowelat
————————————————-
Foto: Donald Trump