Sazî û rêxistinên kurd yek bi yek helwesta xwe ya ji bo banga Abdulah Ocalan eşkere dikin.
KCDK-E û TJK-E bi daxuyanîyeke li Brukselê destekê dan banga Ocalan.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) di vê mijarê de daxuyanîyek dan.
Daxuyanî li pêşîya Parlamentoya Ewrûpayê ya li Brukselê hat lidarxistin.
Hin nûner û alîgirên sazîyên tevgera kurd ên li Ewrûyê tevlî çalakîyê bûn.
Daxuyanî bi zimanên kurdî, fransî û bi tirkî hat xwendin.
Di destpêka daxuyanîyê de hat gotin, banga Ocalan a bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê sibatê de “di nava bi milyonan kurdên ku li Ewrûpayê kêfxweşî û kelecanek mezin afirand.”
Di berdewawîya daxuyanîyê de KCDK-E û TJK –E got “ji bo nêzîkatiya vê demokratîkbûn û şamîlbûniyê em spasdariyên xwe radigihînin.”
Demokratîkbûna Tirkîyeyê
Meseleya demokratîkbûna Tirkîyeyê di bangê de wiha cî girt:
“Qet guman nîne ku ev banga birêz Ocalan, aştiya tirk û kurdan, rasterast demokratîzekirina Tirkiyê pêşbîn dike. Bê guman tenê Tirkiyeke demokratîk wê bi herkesî bide qezenckirin.”
Her du sazîyên li Ewrûpayê, piştevanîya PKKê ya di 1999an de a ji bo Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpayê hat bibîranîn û ji bo helwesta dawî ya welatên Rojava a di mijara banga Ocalan ev hat gotin:
Banga Ocalan û cîhan
“Di vê çarçoveyê de, em qîmetê didin nirxandinên erênî yên desthilatdariya federal a Almanya, Brîtanya, Neteweyên Yekbûyî, dewletên Yekbûyî yên Emerîka û yên din. Dîsa em li vê derê diyar dikin ku palpiştî û piştevaniya rêxistinên medenî yên civakî û partiyên çepgir û pêşverû yên Ewropayê hêz dane me. Em dibêjin êdî bi van dostên me re jî, ji bo aştiyê dema hevkariyê ye.”
Mafê hêvîyê
Di dawîya daxuyanîyê de bi van gotinan “mafê hêvîyê” cî girt:
“Ji bo azadiya birêz Ocalan ê ku di pêkanîna aştiyê de, ji bo aştiyê hemû bar û berpirsiyarî hilda ser xwe, ji bo ku mafê hêviyê yê ku dewletên endamê YE, Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa ku di 16 îlona 2024’an de biryar girtibûn pêk were, em daxwaz dikin ku bi gavên teşwîqê piştgiriyê bidin hikûmeta Tirkiyeyê.”
Infowelat
Foto: Daxuyanîya li Place Luxemburg a li Brukselê