Ocalan banga çekberdanê û xwe fesihkiririnê li PKKê kir.
Di bangê de “tifaqa dilxwazî” ya kurd-tirk hat pêşnîyazkirin.
Lîderê PKK got, “federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst” nikarin bibin çareserîya ji bo gelê kurd.
Ocalan di dawîya dawî de banga çekberdanê kir ku bi mehane di rojeva Tirkîye û kurdan de bû.
Bi vê bangê, proseya bi însîyatîfa Tirkîyeyê dest pê kiribû û bi hevdîtinên Şandeya Îmralîyê ya DEM Partîyê hatibû meşandin, gihîşt qonaxeke krîtîk.
Peyama çekberdanê ya Ocalan duh li Elit World Otelê ya li Stenbolê ji alîyê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ve hat xwendin.
Medyaya Tirkîyeyê û ya cîhanê eleqeyeke mezin nîşanî daxuyanîyê da.
Versîyona kurdî ya daxuyanîyê ji alîyê Ahmet Turk ya tirkî ji alîyê Pervîn Buldan ve hatin xwendin.
Ocalan di banga xwe de ji PKKê daxwaz kir çekan berde û dawî li hebûna xwe bîne.
Ocalan di banga bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de sebeba çekberdanê wiha îzeh kir:
Çima divê PKK dawî li hebûna xwe bîne?
“PKK di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.”
“Hêzên hegemonîk” û kurd û tirk
Ocalan di bangê xwe qala “tifaqa dilxwazî” ya kurd-tirk kir û bi van gotinan xwest tifaq jinûve bê avakirin:
“Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.”

Federasyon û otonomî ne hewce ne
Alîyê herî nîqaşbar a peyama Abdulah Ocalan di warê meseleya statuyeke ji bo bakur bû.
Ocalan bi van gotinan, derî li îhtimala statuyeke polîtîk a bakurê Kurdistanê girt:
“Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.”
Komara Tirkîyeyê û demokrasi
Ocalan di berdewamîya banga xwe de “demokrasîyê” wekî çareserîyê ji meseleya kurd re pêşnîyaz kir:
“Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.”
Infowelat
————————————–
Foto: Ahmet Turk nameya Ocalan a ji bo çekberdanê xwend.