Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyenê, planekê li ser biçekbûnê pêşkêş kir.
Li gorî planê, 800 milyar euroya wê ji bo sektora parastinê û zêdekirina kapasîteya leşkerî bê veqetandin.
Amerîka gav bi gav ji peywirên xwe yên parastina Ewrûpayê vedikişe.
Ev jî dibe sebeba zexteke mezin a li ser Yekitîya Ewrûpayê (YE).
Bruksel ji bo ji vê vekişîna Amerîkayê re bibe bersiv, mesrefên xwe yên ji bo çekan zêde dike.
Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyenê, îro planekê li ser vê meseleyê pêşkêş kir.
Plana von der Leyenê ji mesrefa bi qasî 800 milyar euroyan pêk tê.
Di çarçoveyê vê plana bi navê “ReARM Europe” de, sektora parastinê û kapasîteya leşkerî tê xurtkirin.
Ursula von der Leyen bi van gotinan plana xwe da nasîn:
“Em di demeke jinûvebiçekbûnê” de ne û Ewrûpa amadeye bi hemleyeke pir mezin lêçûyînên xwe yên parastinê zêde bike.”
Von der Leyenê wiha berdewam kir:
“Em ê bi awayekî nêzîk bi hevalbendên me yên NATOyê re bixebitin. Ev, firsende ji bo Ewrûpayê û em amadene bilezînin.”
Lîdera ewrûpî, piştî civîna li ser Ukraynayê ya li Londonê qala amadekarîya plana biçekbûnê kiribû.
Amerîka alîkarîya Ukraynayê sekinandibû
Hêjayî gotinê ye, daxuyanîya von der Leyenê kurtemek piştî biryara Amerîkayê ya derbarê alîkarîya wê ya ji bo Ukraynayê pêk hat.
Rêveberekî ji hikumeta Trump ji Fox Newsê ragihandibû, Amerîka dawî li alîkarîya ji bo Ukraynayê tîne.
Infowelat
——————————————–
Foto: Ursula von der Leyen/Youtube