“Em dizanin polîtîkayên Komara Tirkîyeyê sebebên esasî ne. Mafên kurdan ên însanî, neteweyî û demokratîk ên hatîne xespkirin hene ku heta niha nehatîne dayîn. Ji ber ku ev maf nehatine dayîn, kurd xwedî kevneşopîyeke domandina serhildanan e. PKK xeleka dawî ya herî dirêj û herî bi şîdet a serhildanan e. Loma jî bi vê daxuyanîyê rewabûna PKKê tê şêlûkirin.”
Bandora banga çekberdanê û tasfîyekirina PKKê di nava civaka kurd de belav dibe.
Nameya Abdulah Ocalan hem jî alîyê alîgir hem jî dijberên PKKê ve tê nîqaşkirin.
Bi taybetî, beşa duyemîn a nameyê ku çareserîyeke federalî, xweserî û mafên çandî red dike, di nava entelektulên kurd de dibe sebeba dubendîyê.
Rojnamevanê kurd Gunay Aslan jî di bernameya xwe ya bi tirkî ya di Youtubê de tevlî van nîqaşan bû.
Rojnamevanê ku xwedî tecrûbeyeke bi dehan salane, bi gotinên balkêş nameya Ocalan analîz kir.
Aslan aştî û jihevxistina PKKê qebûl kir lêbelê li hember beşa duyemîn a nameye reaksîyon nîşan da.
Çima kurd çekan berdidin?
Gunay Aslan ji îzeheta Ocalan a ji bo sebeba çekberdana PKKê dest bi rexneyên xwe kir. û van gotinan kirin:
Aslan got, “PKK di heman demê de berdewamîya şerê ji bo azadîyê ye” û “berdewamîya alozîya osmanî-kurd e.”
Rojnamevanê kurd bi gotinên “meşrûîyeta PKKê jî heye” rexne li îzeha Ocalan kir ku hebûna partîyê bi tenê bi mercên di dema Şerê Sar ve girê dide.
Di berdewamîya bernameyê de Aslan wiha axivî:
“Em dizanin polîtîkayên Komara Tirkîyeyê sebebên esasî ne. Mafên kurdan ên însanî, neteweyî û demokratîk ên hatîne xespkirin hene ku heta niha nehatîne dayîn. Ji ber ku ev maf nehatine dayîn, kurd xwedî kevneşopîyeke domandina serhildanan e. PKK xeleka dawî ya herî dirêj û herî bi şîdet a serhildanan e. Loma jî bi vê daxuyanîyê rewabûna PKKê tê şêlûkirin.”
Çima Xweserîya Demokratîk tê redkirin?
“Duyemîn, modelên polîtîk ên çareseerîyê yên PKK demeke dirêje dixwaze hene. Ocalan tenê nabêje çekan berdin lê dibêje bila dest ji daxwazên xwe jî berdin.”
Rojnamevanê kurd di vê mijarê de vê texmînê kir:
“Ez texmîn dikim, destjêberdana daxwazên polîtîk nagihîjin armanca xwe. Ocalan dest jê berde jî PKK dest jê bernade. PKK dest ji berde jî kurd dest jî bernadin. Di encam de kurd ji bo van daxwazan têkoşînê didin, 200 sal in têkoşînê didin. Divê çareserîya meseleya kurd li ser modela çareserîya polîtîk pêk were.”
Aslan gotinên xwe yên di vê mijarê de wiha domandin:
“PKK heta çendekî berê jî digot ‘ji Kurdistanê re xweserîya demokratîk ji Tirkîyeyê re demokrasî.’…Kurd di encam de ji bo vê, çareserîya modela polîtîk jî diafirînin. Ev model niha xweserî ye, modela xweserîya demokratîk e. Modeleke ku kurd bi saya wê kêmzêde li coğrafyaya xwe dibin xwedî gotin. Lê wekî min got, wisa xuyaye Ocalan di vê mijarê de taleben ji alîyê dewletê ve hatîye daxwazkirin qebûl kirîye.”
Aslan sebeba ka çima Ocalan wiha tevdigere de, wiha axivî:
“Ev yek ji ber ku Ocalan li wir êsîr e, wiha ye. Em ê binêrin ka PKKê wê di rojên bê de çi bike. Ne mimkûne PKK dest ji daxwazan berde. Zemîna vê yekê tune ye.”
Ocalan tawîzan dide?
Rojnamevan Aslan li ser pozîsyona Ocalan jî van gotinên balkêş kirin:
“Em dizanin ku Ocalan ji bo çareserkirina meseleyê tawizan dide. Em dizanin berê jî firsendên wiha dane. Lê em dizanin, heta niha tu encamekê bi xwe re neanî ne. Di 1999, 2006 û di 2013an de jî tu encam bi xwe re neanîn. Ji ber ku bi dewleta tirk re, di warê dayîna mafên sereke yên kurdan, mijara lihevkirina bi kurdan re, di mijara bi wan re ji bo paşerojeke hevpar bibin yek ne xwedî qabîlîyeteke demokratîk û hişmendîyeke demokratîk e.”